Di sê heyvên dawî de çar rojnamegerê çapemeniya azad hatin qetilkirin. Çar ronahiyên civakê. Kurdên xwe zan keda we yê ku we di oxira rastî û heqîqetê de nîşan da ye ji bîr nake. Rêwitiya we ya heqîqetê jî, ji bo ku hemû cihan bi rastiyê bibîn e, ji bo ku qirkirina li ser gelê kurd her roj diqewime bikine rojeva cihanê li ber êrîşên bi top û teqan çavên xwe ne qirpandin û her wiha bi bawerî, hêz û bê tirs bi ser mirinê de çûn. Ax û hezar ax. Korayî ji bo we. Gelo ji xeynî kurdan miletekê din heye ku ev qas bi hêz û îradeyekê mezin ji bo gihiştina armanca xwe mirinê re şer bike. Na ez qet bawer nakim. Gotineke birêz Seleheddîn Demirtaş heye û dibêje ku ”Zarokên kurdan ji dengê guleyan narevin, heta dengê guleyan ji kêjan alî ve were ber bi walî ve direvin.” Li bendava Tişrînê jî dengê gula û dengê dagirkeriyê tê. Ji ber wê yekê Rojnemegerê wêrek, lawikê Efrînê Egîd Roj jî gihişt hewariya axa ve. Bi salan di çapemeniya azad de di refên şer de bêyî ku jiyan û malbata xwe bifikire xwe kir qurbanê axa xwe û gelê xwe û di oxira ragihandina rastiyan de têkoşînekê mezin da. Axa te rengîn û bihuşt be dilê dayîkên kurdan, dergûşa Efrîna birîndar. Ciwanên kurdan şûna te vala nahêlin. Ne tenê ciwan temamî gelê kurd ji bo pênûs û kameraya we rake amade ye.
Ew bi sihayên xwe em bi canê xwe
Dijminê kurdan li cihê ku teng bibe û sûcên wî yên şer li ber çavên cihanê were raxistin êrişî ragihandinê dike. Çawa ku di salên 90 î de Apê Musa qetil kir îro ew dijmin bi heman helwestê tevdigere û di her derfetê de êrîşî gelê kurd û çapemeniya azad dike. Di 5 salên dawî de 13 rojnamegerên kurd hatin kuştin. Tenê di sê mehan de jî 4 rojnamegerên kedkarên çapemeniya azad hatin kuştin. Nazim Daştan, Cihan Bîlgîn, Azîz Koyluoglu û herî dawîn Egîd Roj. Ew generalên Apê Musa bûn. Ew dildarên çapemeniya azad bûn. Ew bê tirs bûn. Ew Egîd bûn. Her çiqas gule û topên dagirkeran li laşê wan bikeve jî ew ê her tim di dilê gelê xwe de wek nêrgiza baharê bin. Hezar silav li wan û têkoşîna wan be. Têkoşîna wan çar stêrkên çapemeniyê ku nava sê mehan de hatin qetilkirin pirtûka ”Dörtlerin Gecesi” ya ku li zindana girtiyên 12’ê Îlonê li Amedê çar heval ên ku soz û bext kirin yek û xwe bi hev re agirdadayî kirin tîne bîra mirov. Ew Ferhat Kurtay û rê hevalên xwe bûn.Ev bûyera piştî 1980 an li hember zilma li zindana bû. Di vê pirtûkê de jî wek tê pênasekirin gelê kurd ê berxwêder ji mirinê natirsin.
Kurd ji mirinê natirsin
Egîd jî ji mirinê netirsî. Ji ber wê yekê her tim bi kamera û pênûsa xwe têkoşiya. Roja me yê reş 15’ê sibatê ew me hişt û çû tevlî karwanê şehîdên berxwedanê bû. Bi kurt û kurmancî dijmin û hêzên paramîliter her çiqas êrîşî, hunermend, rojnameger, ronakbîr û gelê kurd bike jî ew her çi qas bi qeyûman bixwaze îradeya gelê kurd bidest bixe jî ew baş dizan e ku kurd serî li hember zilmê natewînin. Ew baş dizan e ku kurd ne ji mirinê ne ji binçavkirin û girtinê ditirsin. Piştî demek dirêj bim îro careke din pênûsa xwe yê birîndar ji bo xatirê Egîdê delal û generalên Apê Musa da destê xwe. Bi rêzdarî we bi bîr tînim û bejna xwe li ber we û berxwedana we ditewînim.