Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û kuştin bipirsin û ji bo faîl bên darizandin, her hefteyê li Qada Galatasarayê tên ba hev. Çalakvanan çalakiya xwe ya 1040emîn lidar xistin.
Dayikên Şemiyê wêneyên xizmên xwe yên windakirî û qurnefîl hildan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlar hat pirsîn ku di sala 1994an de li Stenbolê piştî hat binçavkirin, êdî agahî jê nehat girtin.
Ji Komîsyona Girtîgehê ya ÎHDê Oya Ersoz bal kişand ser banga dîrokî ya ku 27ê Sibatê ji aliyê Şandeya Îmraliyê ve bi raya giştî re hate parvekirin û got, ew hêvî dikin ku bang ji bo aştiyê bibe destpêkek.
Piştî daxuyaniyê çalakvanan qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.