9 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kevana Zêrîn çavkaniya Neolîtîkê ye

Rastiyeke zanistî ye ku neolîtîk ji serî heta binî bi eslê xwe kurd e, erdnîgariya wê erdnîgariya kurdan e û çanda wê jî çanda kurdan e. Di vir de ferqa sereke resenî ye. Mirovên li ser vê erdnîgariyê jiyane bi derfetên xwe çanda û heyîna xwe afirandine. Li aliyekî xwe û çanda xwe afirandine, li aliyê din ji mirovahiyê û şaristanên din re bûne bingeha afirîneriyê

Di serdema me ya niha de êdî itiraza tu kesî li ser çavkaniya çand û şaristaniyê ku Rojhilata Navîn hema bêje tune ye. Bi heman rengî belavbûna vê çandê ya ji vê erdnîgariyê ku li ser rûyê erdê jî êdî teqeziyek girtiye. Lê belê ligel ku qebûla giştî ew e ku navenda neolîtîkê ev erdnîgariye jî wekî reseniya vê çandê aydê gelê kurd e nehatiye qebûlkirin. Yanî em dikarin bêjin ku afirînerê vê çandê kurd e û li erdnîgariya Kurdistanê pêşketiye û di warê erdkolî û lêkolîniya zanistî ev hatibe tesbîtkirin jî nayê qebûlkirin. Lê belê ser rastiyê tu carî nayê nixumandin.

Gelek zanist, ardkolog, dîrozan rastiya ku çanda neolîtîkê li vê erdnîgariyê pêşketiye vedibêjin. Erdnîgariyê pênase dikin lê belê navê vê erdnîgariyê wekî Kurdistan pênase nakin. Mînak; yek ji lêkolînker û dîrozanê Rojhilata Navîn Pavel Dolukhanov vê erdniyariyê wekî xeta di quntara çiyayên Zagros, Toros ku heta digihêje Behra Spî wekî kevanekê pênase dike. Dîsa ramyarê navdar F. Brudel ku vê erdnîgariyê wekî kevana bi xêr û bêr pênase dike û erdnîgariya Mezopotamyayê weke xeta Zagros û Torosan destnîşan dike. Hin kes vê erdnîgariyê wekî li ser dewletên Urdun, Îsraîl, Sûriye, Tirkiye, Iraq, Îranê hdihesibînin û pênase dikin. Bi kurtasî kesên ku navê Kurd û Kurdistan anîbin ser ziman û nivîsîbin hema bêje qet tune ye. Lê belê hemû jî hemfikirin ku ev Kevana Zêrîn cihê destpêka çand û neolîtîkê ye. Lê em jî bêjin ev erdnîgariya Kevana Zêrîn, Kurdistan bi xwe ye.

Birastî, dema em li ser erdnîgariya ku sînorên wê hatine diyarkirin û wek ku ji balkişandina ku ji berê ve şeklê “kevanê” ye jî tê fêmkirin, wêneyê ku em pê re rû bi rû dimînin tam nexşeya Kurdistanê ye. Ev axa ku îro jî Kurd lê dijîn ev in. Tenê hinekî zêde, li dawiya rojavayî ya “kevanê”, ji Sûriye û Filistînê ber bi Deryaya Spî ve dirêj dibe, li aliyê rojhilat ber bi Mezopotamyaya Jêrîn û Kendava Farisî ve dirêj dibe. Kesê ku nexşeya herêma “Kevana Zêrîn” ku di gelek çavkaniyan de hatiye dayîn bibîne û nexşeya niha ya Kurdistanê bide ber hev, bi rehetî vê rastiyê wê bibînin û fêhm bikin. Lê mixabin piraniya dîroknasên ku bi axaftin û zimanê desthilatdarên siyasî diaxivin û dinivîsin, navê Kurdistanê jî bilêv nakin, nabînin, naxwazin bibînin û vê rastiya heyî bi awayekî aşkere paşguh dikin. Bêguman ev, bi hûrgulî, têgihiştinek bi pirsgirêk a dîrokê ye û bi berpirsiyariya zanistî re li hev nayê.

​Bêguman li Rojhilata Navîn gelek netewe, civak û bawerî bi hev re û di nav hev de jiyan e. Lê em dikarin bêjin ku afirandina çanda neolîtîkê de rista gele kurd sereke ye. Her wiha ev bi awayekî şênber jî hatiye piştraskirin. Ji ber vê yekê em bi hêsanî dikarin bêjin ku gelê Kurd afirînerên çanda neolîtîkê ye. Dane û belgeyên heyî vê rastiyê bi şênberî radixe ber çavan.

Her wiha dîroknasan ji berê de Kurdistana ku duh û îro welatê kurdan bû wek welatê neolîtîkê bi navê “Kevana Zêrîn” destnîşan kirine. Ji wê rojê ve Kurd li ser van axan bênavber dijîn; Û îro jî her çiqas ji aliyê emperyalîst û kolonyalistan ve bûbe çar parçe jî li vî welatî kurd dijîn. Li aliye din ereb, faris û cihû, civakên din ên etnîkî yên sereke yên herêmê, civakên ku di Serdema Neolîtîk de li qiraxa Kevana Zêrîn dijiyan û dikarin wek cîranên vê erdnîgariyê bên hesibandin. Dema em li koka çanda ereban dinerin ew semîtîk in. Semîtîk, pêşiyên ereban e, civakên çolê ne û wekî eşîrên nêçîrvan-şivan têne zanîn. Li gorî şert û mercên erdnîgarî û avhewayê, ji çandiniyê zêdetir wekî nûnerê çanda şivantiyê derdikeve pêş û ev çand bi navê “Bedewî” îro jî hebûna xwe diparêze. Ev wêne jî têra xwe dike ku rola serdest a Kurdan bi zelalî aşkere bike.

Danasîna şaristaniyan ji aliyê erdnîgariya ku lê ji dayik bûne û aîdê wan e ku ji bo hemû şaristaniyên mezin, biçûk û şaristaniya neolîtîkê jî derbasdar e. Dema behsa şaristaniya kapîtalîst tê kirin, erdnîgariya Ewropa û Amerîkaya Bakur yekser tê bîra mirov. Dîsa dema ku behsa şaristaniya koleyan tê kirin, mînakên ku bi erdnîgariya Roma, Misir û Mezopotamyaya Jêrîn hatine naskirin yekser tên bîra mirov. Ne mimkûn e ku heman diyarde ji bo şaristaniya neolîtîk jî derbas bibe. Ger bahsa şaristaniyan bibe, behsa cihan bibe, ger şaristanî cih bin; Şaristaniya neolîtîk jî tê wateya Kevana Zêrîn; Şaristaniya Neolîtîkê tê wateya Kurdistanê. Loma jî rastiyeke zanistî ye, rastiyek e ku neolîtîk ji serî heta binî bi eslê xwe kurd e, erdnîgariya wê erdnîgariya kurdan e û çanda wê jî çanda kurdan e.

Ji bilî erdnîgariyê, şaristaniyan faktoreke mirovî jî heye û ev mijarek e ku dîroknas ji aliyên curbecur ve dinirxînin. Ji ber ku şaristanî bêyî civakan nayên fikirîn. Yên ku wan hildigirin û bi tengezarî, nakokî û geşedanên xwe ve tevger û jiyanê didin wan civak in. Di vir de ferqa sereke resenî ye. Lewre dema em lê dinerin mirovên li ser vê erdnîgariyê jiyane bi derfetên xwe çanda û heyîna xwe afirandine.  Mirovên li ser vê erdnîgariyê bi xwe çanda xwe afirandine û ji cihekî din ev çand nehatiye.  Li aliyekî xwe û çanda xwe afirandine, li aliyê din ji mirovahiyê re, ji şaristanên din re bûne bingeha afirîneriyê.  Bi gotina Maurice Vieyra “Misir diyariya, Çemê Nîlê ye; Mezopotamya jî diyariya mirovan e.” Yanî mirovan xwe, hebûna xwe û çanda xwe afirinadine. Heke em bibêjin; dergûşa çand û mirovahiyê Kurdistan e wê ev pênase neşaş be.