Piştî hevdîtina sêyemîn a Heyeta Îmraliyê ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re çav û guhê her kesî li daxuyaniya ku dê bê kirin e. Tê payin ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan banga dîrokî bike û ev banga wî dê li Stenbolê ji aliyê heyetê ve saet di 17:00 de bê kirin. Ev bang û daxuyanî dê li gelek bajaran bi ekranên led û zindî bên weşandin. Di serî de li gel Stenbol, Amed, Wan, Silêmanî, ev bang dê li 7 bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji ekranên mezin bê şopandin. Ekran dê li Qamişlo, Hesekê, Dêrikê, Reqa, Tebqa, Kobanê û Helebê bêne danîn.
Navendên ku ekranên mezin lê bêne danîn bi vî rengî ne:
Qamişlo: Li Stadyuma Şehîdên 12yê Adarê.
Hesekê: Li Parka 4ê Nîsanê.
Dêrik: Li Parka Azadiyê.
Tebqa: Li bajarêTebqayê wê li 2 cihên cuda ekran werin danîn. Cihek li Stadyuma Werzîşê ya El Îttihadê ye. Cihê duyemîn jî Bajarê Werzîşê ku koçberên Efrîn û Şehbayê lê dimînin e.
Reqa: Li Stadyuma Şaredariyê
Kobanê: Li Meydana Jina Azad
Heleb: Li Meydana El-Zeytunî