Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibe li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn li dar bixe.
Dê di hevdîtina sêyemîn de Pervîn Bûldan, Sirri Sûreyya Onder, Ahmet Turk, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakırhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol jî cîh bigirin.
Şande piştî hevdîtina sêyemîn, di 28ê Sibatê de li Enqereyê daxuyaniyê bide. Dê têkildarî hevdîtinan û encamên wê agahî bên parvekirin.