Jin li Wanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a DBPê û Meclisa Jinan a DEM Partiyê, bi dirûşma “Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin” daxuyaniyek dan û meş li dar xistin. Jin, ji bo meşê li ber navenda bazirganiyê ya VanMallê hatin gel hev û parnkarta “Em bi têkoşîna azadiya jinan ve aştiyê birêxistin dikin, li dijî qeyûman dimeşin” hat vekirin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partî Halîde Turkoglû, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes tev li çalakiyê bûn.
‘Hişmendiya qeyûmên AKPê jinan dorpêç dikin’
Di daxuyaniyê de ewilî Neslîhan Şedal axivî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên qirêj bi rojan e dayik, jin û ciwan li ber xwe didin. Neslîhan Şedal dorpêça polîsan nîşan da û diyar kir ku ev tablo tabloya mêr-desthilat ya ku bi salane destkeftiyên jinan dorpêç dikin, nîşan dide. Neslîhan Şedal anî ziman ku bi destê vê hişmendiyê bi salan e hemû qad ji bo jinan tên qedexekirin û wiha got: “Bi pêşnegiya vê hişmendiyê jin tên qetilkirin û windakirin. Xwediyên vê hişmendiyê qeyûmên AKPê ne ku jinan dorpêç dikin. Em li hemberî xespkeran ti caran serê xwe natewînin û em ê xwedî li vîna xwe derbikevin. Qeyûm dijminê jinan e, lê bila bizanin ku em jî dê li dijî wan têkoşîna xwe mezintir bikin. Îdiaya me mezin e û ev îdîa îro li Îmraliyê deriyê diyalogê vedike. Têkoşîna me ya ji bo aştiyê bîne vî welatî, ji bo vekirina deriyên zindanan û şikandina tecrîdê wê bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’; mezin bibe. Çi dibe bila bibe, dawî wê bêhempa be.”
‘Polîtîkaya qeyûman li vê axê wê her tim bê mehkûmkirin’
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî diyar kir ku berxwedana bi pêşengiya jinan 10 meh in dewam dike. Halîde Turkoglu anî ziman ku jin tu carî serî natewînin û got: “Ew difikirin ku bi tayînkirina qeyûman dê jin paşve biçin, tine bibin û têkoşîna jinan bişkînin. Difikirin ku bi tayînkirina qeyûman pirsgirêka Kurd çareser dibe û têkoşîna azadiya jinê têk diçe. Çawa ku gelê Kurd serê xwe netewand û jinan hişmendiya wan li kolanan teşhîr kir, ev têkoşîn wê hîn zêdetir bibe. Polîtîkaya qeyûman li vê axê her tim wê bê mehkûmkirin. Em çawa bi têkoşîna xwe ya jinan xwe ji bo 8ê Adarê amade dikin, em têkoşîna xwe ya li dijî qeyûman jî esas digirin.”