Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî civîna koma partiya xwe li ber deriyê salona civînê pirsên rojnamevanan bersivand. Bakirhan li ser pirsa “Gelo wê peyama Abdullah Ocalan bi dîmen be” bersiv da û wiha got: “Qendîlê bi xwe daxuyanî daye. Ji bo hin bêtir bi silemaetî be û pê bawer be, em jî hêvî dikin ku peyam bi dîmen be. Ev mesele bêtir meseleya ku desthilat û birêz Ocalan bi hev re biryarê bidin e. Ev meseleyên teknîkî ne. Wê rê û rewşek ji vê re bê dîtin. Ez wisa difikirim ku wê desthilat jî bêtir pê bawer û berfireh li ser vê yekê biryarê bide.
Bakirhan pirsa “Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç gotiye ku peyama bi vîdeo ne li gorî mevuzatê ye” jî nirxand û got: “Di gelek mijaran de mevzuat li ber çavan nayê girtin û gelek tişt tên binpêkirin. Ez bi hêvî û bawer im wê li gorî cidiyeta meseleyê formulek were dîtin. Ez bi bawerim wê were dîtin jî.”
Bakirhan pirsa “Gelo wê bang di 28ê Sibatê de bê?” bersivand û wiha got: “Ez vê bêjim; wê bangek di demek nêz de bê kirin, ev yek teqez e. Lê der heqê dîroka wê de niha nikarim tiştek bêjim.”
Bakirhan pirsa bersiva serlêdana Şandeya Îmraliyê jî da û got: “Ev meseleyên teknîkî ne, lê şandeya me serlêdan kiriye. Ji ber ku şandeya me serlêdan kiriye, nikarim li ser navê wan tiştekî bêjim.”
Piştî vê daxuyaniya Bakirhan, gelek nûçeyên ku serlêdan hevdîtina sêyemîn hatiye kirin, hatin belavkirin.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê jî agahiyek belav kir û destnîşan kir ku serlêdan nehatiye kirin û got ku Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan rewşa navborî wek “îhtîmalekê” aniye ziman.
Buroya Çapemeniyê diyar kir ku têkildarî serlêdanê amadekariyên Şandeyê berdewam dikin.
Bakirhan: Em bi hêvî ne ku peyama Ocalan bi dîmen be
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew bi hêvî ne ku wê peyama Abdullah Ocalan bi dîmen be û got ku teqez wê Ocalan bangek dîrokî bike