26 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Besê Hozat: Divê daxuyanî bi dîmen be, tecrîd rabe

Hevseroka KCKê Besê Hozat nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezareta Edaletê ya Tirk da ku digot, peyama Rêberê PKKê nabe bi dîmen be û destnîşan kir ku ew ê rewşeke berevajî vê yekê qebûl nekin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî. Besê Hozat, ji bo daxuyaniya Wezareta Edaletê ya Tirk diyar kir ku ew daxuyaniya wezaretê ji cidiyetê dûre. Besê Hozat got: “Em vê nêzîkatiyê bi tundî red dikin, rexne dikin û bi ti awayî qebûl nakin.”

Hevseroka KCKê Besê Hozat anî ziman ku tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo dewam dike û ev tişt anî ziman: “Gelo hûn lîstikê dilîzin, hûn dixwazin çi bikin? Hûn daxuyaniyên xwe yên ji meha Cotmehê û vir ve dikin bi çi rengî dinirxînin? Dibêjin daxuyaniya bi dîmen ne li gorî mewzûatê ye, gelo daxuyaniya nivîsî li gorî mewzûatê ye? Ev çawa dibe? Gelo rast e ku Rêber Apo di nava şert û mercên tecrîdê de daxuyaniyê bide? Bandora daxuyaniya di nava tecrîdê de bê kirin wê çi be? Ez ji Wezîrê Edaletê dipirsim. Daxuyaniya Rêber Apo ya di nava şert û mercên tecrîdê de li mewzûat û hiqûqê tê yan na? Bila bersivê bidin vê yekê.”

Besê Hozat destnîşan kir ku ji bo rakirina sîstema li Îmraliyê divê guhertinên qanûnî yên pêwîst tavilê bêne kirin û wiha got: “Divê şert û mercên Rêber Apo di nav de tê ragirtin bêne guhertin, bêne başkirin. Tecrîd divê bi temamî ji holê bê rakirin. Rêber Apo divê azad be, bê berdan. Di nava şert û mercên azad û guncaw ên kar de be ku karibe bi rola xwe rabe, bixebite, pêvajoya veguherîna demokratîk ava bike û bi rê ve bibe. Eger ev nebe wê çawa bibe?”

Besê Hozat bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Êdî em bi zelalî dibînin ku rejîm û pergala dewleta Tirk a qirker û faşîst îflas kiriye. Êdî ji vê pergal û polîtîkayan encamekê bi dest naxin. Ev rastiyek e. Bi saya berxwedana bêhampa ya gelê me, gelên me, dostên me û gerîlayên me dijmin têk çû. Yekem têkçûna pergala tecrîda Îmraliyê û belawelabûna vê pergalê encama têkoşîna serkeftî û bêhempa ya 26 salan e. Ev yek gelekî girîng e.”

‘Bila bersiva vê yekê bidin’

Besê Hozat axaftina xwe wiha domand: “Ev 26 sal in li ser Rêber Apo tecrîd û îzalasyonek heye; ev yek îşkence ye. Hiqûqa navneteweyî vê yekê weke îşkence û sûcê li dijî mirovahiyê pênase dike ku bi rastî jî wisa ye. Ev yek hê jî berdewam dike, tecrîd hê jî berdewam dike.  Girêdayî şert û mercên tecrîdê ji meha Cotmehê ve ye tim ji aliyê desthilatdariyê ve ku Devlet Bahçelî serkêşiya wê dike, bangan li Rêber Apo dikin. Ji Rêber Apo dixwazin ku bang li Tevgerê û raya giştî bike. Her wiha Devlet Bahçelî di 22yê Cotmehê de di axaftina xwe de xwest ku Rêber Apo were Meclîsê, di civîna koma DEPê de biaxive û bang bike. Bi awayekî eşkere Rêber Apo vexwend Meclîsê. Yanî bi mehan e bangên wiha eşkere tên kirin û Wezîrê Edaletê a niha derketiye û dibêje; “En ne li gorî qanûnan e, nabe ku daxuyaniyeke bidîmen were dayîn.” Ev yek nîşan dide ku ne cidî ne.  Nîşan dide ku çi qasî bi awayekî ne cidî li nêzî pêvajoyê, Rêber Apo, gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û gelên cîhanê dibin. Wê demê em bipirsin: Gelo hûn dek û dolaban digerînin, hûn hewl didin çi bikin? Hûnê çi bi van daxuyaniyên xwe yên ji meha Cotmehê heya niha bikin, hûnê wan çawa bi nav bikin? Dibêjin, “Daxuyaniya bi dîmen ne li gorî qanûnan e.” Baş e wê daxuyaniya nivîskî li gorî qanûnan be? Ev çawa dibe? Gelo rast e ku Rêber Apo di bin şert û mercên tecrîdê de daxuyaniyê bide? Dê bandora daxuyaniya ku di tecrîdê de hatî dayîn, çawa be? Ez li Wezîrê Edaletê dipirsim. Gelo daxuyanîdayîna Rêber Apo ya di bin şert û mercên tecrîdê de li gorî qanûnan e? Bila bersiva vê yekê bidin. Jixwe ji destpêkê ve em dibêjin, madem hûn ji Rêbertî daxuyaniyekê dixwazin, hûn bang dikin, wê demê pergala êşkenceya tecrîda Îmraliyê ji holê rakin û vê pergalê betal bikin. Divê ev pergal ji holê rabe ji ber ku ev pergal sûc e. Bi tecrîdê hiqûq tê binpêkirin. Dawiyê li tecrîdê bînin; Ji bo Rêber Apo şert û mercên jiyan û xebatê dabîn bikin. Jixwe Rêber Apo got ku ger şert û merc werin guherîn ew ê rola xwe bilîze û her cure têkariyê bike. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dê pêvajoyê ji zemîna şer ber bi zemîna siyasî û hiqûqî ve bibe. Lê belê ev yek jî lê zêde kir: “Ez nikarim di bin tecrîdê de vê yekê bikim.” Gelo şert û merc hatine guhertin? Li bendê ne ku Rêber Apo daxuyaniyekê bide. derdorên ku dibêjin; “Ocalan çima daxuyanî neda, çima dereng ma, çima di 15ê Sibatê de nehate dayîn?” Kes napirse: “Gelo şert û merc hatine guhertin?” Wan bi xwe hiqûqa xwe û hiqûqa navneteweyî binpê kirine. Beriya her tîştî divê van yekan pêk bînin. Ji ber wê yekê divê sererastkirinên qanûnî û hiqûqî pêk werin. Divê şert û mercên Rêber Apo werin başkirin, sererastkirin û guhertin. Divê tecrîd bi temamî ji holê were rakirin. Divê Rêber Apo were berdan û azad be. Divê şert û mercên karkirina bi awayekî azad werin dabînkirin ku bikare rola xwe bilîze, bixebite, pêvajoya veguherîna demokratîk ava bike û bi rê ve bibe. Ger ev nebin, wê çawa bibe?”

Divê nêzîkatiyeke cidî nîşan bidin

Di berdewamiya axaftina xwe de Besê Hozat wiha got: “Niha jî dibêjin, “Bila daxuyaniyê bide lê belê bila daxuyanî ne bi dîmen be. Bila bi nîvîskî be, bila bi xwe jî nexwîne, bila yek bistîne û bixwîne.” Em bi tundî vê yekê red dikin. Ti baweriya vê tine ye û ti bandorên wê jî çênabin. Tişteke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Tu yê Rêber Apo di bin şert û mercên tecrîd û êşkenceyê de bigirî, dê hin rabin li ser navê Rêber Apo belgeyê bixwînin û li bendê bin ku Tevger û gel vê yekê qebûl bikin. Ev xeyaleke vala ye. Bila ti kes bi xeyalên bi vî rengî xwe nexapîne. Em nêzîkatiyên wiha jî cidî nagirin. Nûman Kûrtûlmûş berî sê rojan daxuyaniyek da got: “Daxuyaniya ku dê Ocalan bide, gelekî girîng e.” Serokê Meclîsê jî dibêje ku ev daxuyanî gelekî girîng e. Wê demê divê nêzîkatiyeke cidî nîşan bidin. Divê li gorî vê yekê cidî bin. Berovajî wê nayê qebûlkirin.”

Besê Hozat wiha got: “Divê teqez daxuyanî bi dîmen be. Em weke kadro, milîtan û şervanên vê Tevgerê, gelê me, dostên me, hemû derdorên demokratîk û raya giştî divê em daxuyaniya Rêber Apo ji dengê wî bibihîzin û Rêber Apo bibînin. Bi vî rengî em ê bawer bikin. Ji pêvajoyeke wiha dîrokî re nêzîkatiyên wiha yên necidî nayên qebûlkirin. Wiha nebe ti bandora wê nabe. Ma em hê çawa vê yekê bînin ziman? Teqez wiha nabe. Nêzîkatiya Wezîrê Edaletê ger nîzîkatiyeke dewlet û desthilatdariyê be, wê demê ne cidî ye. Ev nîşan dide ku deq û dolabekê digerînin. Ger nêzîkatiya hemûyan wisa be û hewl didin vê yekê bikin wê demê li holê cidîyetek nîne.”

Dixwaze bixe pêvajoyeke guherîneke demokratîk

Besê Hozat bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Bi rastî jî Rêbertî, xwe amade dike ku ji bo gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û herêmê pêngaveke dîrokî bide destpêkirin. Bi qasî ku em dişopînin di nava xebateke mezin de ye. Jixwe têkoşîna Rêber Apo ya 50 salî û berxwedana li Îmraliyê ya 26 salan têkoşîna demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rêya demokratîk e. A niha Rêber Apo têkoşîna vê yekê dide meşandin. Rêber Apo li ser navê gelan, hemû nasnameyên bindest, jinan û mirovahiyê, tevî şert û mercên pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bi îradeyeke mezin têdikoşe. A niha jî disa di serî de gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ji bo gelên herêmê xwe ji pêngaveke mezin a demokratîkbûyînê re amade dike. Dixwaze Tevgerê jî ji pêvajoyeke mezin a guherînê re derbas bike. Dixwaze bixe pêvajoyeke guherîneke demokratîk. Me di nameya hatî de ev yek bi zelalî dît ku Rêber Apo di mijara veguherîna demokartîk û jinûveavabûnê de kûrtir bûye û bi biryar e. Hewl û kedeke mezin dide.”

Azadiya civaka Tirkiyeyê bi azadiya Rêber Apo pêkan e

Rêber Apo ji bo berjewendiyên gelan derfetên herî biçûk jî bi kar tîne. Hemû hêza xwe, enerjiya xwe û jiyana xwe bexşandiye vê dozê. Hin kes dibêjin, “Em ji Tirkiyeyê hez dikin, em welatparêz in” lê belê mezintirîn welatparêzê Tirkiyeyê yê rastîn Rêber Apo ye. Rêber Apo hemû jiyana xwe bexşandiye avakirina komara demokratîk û têkoşîna vê yekê daye meşandin. Ew kes e ku bênavber têkoşîna komara demokratîk daye meşandin. Bi qasî azadiya gelê Kurd ji bo azadiya gelên Tirkiye û herêmê jî li ber xwe daye û ked daye. Kurd bi salan e têkoşîneke mezin dimeşînin. Min di destpêkê de got: Gelê ku têdikoşe azad e. Bi rastî îro gelê ku herî zêde koletiyê dijî û belengaz e, gelê Tirk e. Dengê wî dernakeve, îteatê dike û serî li ber desthilatê ditewîne. Di nav xizanî, newekhevî de ye û ne azad e. Rewşa Tirkiyeyê diyar e. Hemû pêkanînên li ser Rêber Apo tê meşandin li seranserê Tirkiyeyê belav bûne. Jiholêrakirina vê pergalê û azadbûna Rêber Apo di heman demê de wê demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya civaka Tirkiyeyê bi xwe re bîne. Divê hemû gelên Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîneke mezin bimeşînin. Azadiya civaka Tirkiyeyê bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Pêwîst e ev yek baş were zanîn.”

Nêzîkatiya li hemberî pêvajoyê

Besê Hozat li ser nêzîkatiya li hemberî pêvajoyê jî ev tişt anî ziman;: “Ev desthilatdariya faşîst hilweşîneke mezin dijî. Polîtîkayên qirkirinê û polîtîkayên mêtingerî, faşîst ên ku bi salan e dimeşîne, dawiya vê desthilatdariyê anî. Hilweşîneke mezin dijî. Ew gihîştiye asteke ku êdî nikare bêhnê bistîne û her ku encamê nagire, bêhtir serî li zordestî û zextan dide. Ji ber vê tundiyê û şer dimeşîne. Niha bi hemû beşê civakê re di nava şer de ye: muxalefet, hunermend, rojnamevan, jin, ciwan, jîngehparêz, heta bi TUSÎADê re jî di nava şer de ye. Ji ber vê yekê kesên bi wan re şer nekiriye tuneye. Ji bilî civaka xwe bi her kesî re di nava şerekî mezin de ye. Bi her cure rêbazan zordarî, tundî, îşkence, zindan, tank, top, ÎHA, SÎHAyan vî şerî dimeşîne. Ev jî nîşan dide ku êdî rewatiya desthilatê nemaye. Di nava civakê de qediyaye, nikare welat bi rê ve bibe. Gel li her derê di serhildanê de ye. Karker, teqawît, jin û ciwan li ser piyan in. Her ku desthilat tengav dibe bi tundî êrîş dike. Lê nikare xwe ji vê rewşê rizgar bike. Têkoşîn pir xurt e. Têkoşîna Kurdan, têkoşîna hêzên demokratîk, têkoşîna gerîla û têkoşîna pêngava azadiyê ya gerdûnî ya ku li seranserê cîhanê tê meşandin, bêhna desthilatdariyê çikandiye.”

Besê Hozat ev tişt jî anîn ziman: “Li desthilatê binêrin; her roj dibêje “Bila PKK çekên xwe deyne”. Erdogan her cara ku devê xwe vedike û digire vê yekê dubare dike. Lê dema mirov li kiryarên wan dinêre, bi rastî jî dibêjin, “Bila şer bidome”. Li vî welatî siyaseta dewletê ya sed salî heye. Her tim dijminên navxweyî afirandin; Kurdan bi vî rengî pênase kirin. Bi vê mantiqê dijminê hundir û derve, civakê milîtarîze dike û şovenîzmê pêş dixe. Vê yekê kirine amûra sereke ya mayîna li desthilatdariyê. Rêber Apo dixwaze vê lîstikê jî xera bike.”