HTŞê di 27ê Mijdarê de li dijî Heleb û gundewarên wê dest bi êrîşan kir û di 4ê Kanûnê de Heleb dagir kir. Pişt re di 8ê Kanûnê de ketin Şamê. HTŞê piştî rejîma Baasê li Şamê hilweşand, alozî û şer li herêmê zêdetir bû. Komên paramîlîter ên wekî ANS, Hemzat, Emşat û Ceyş El Vatanî li Minbic, Şehba û Til Rifatê dest bi êrîşan kir. Ji ber êrîşên komên paramîlîter bi sed hezaran welatiyên Efrînê ku di 18ê Adara 2020an de koçî Şehbayê kiribûn, neçar man ku dîsa koçber bikin. Lê piştî koçberiyê dîsa komên paramîlîter êrîşên xwe yên li ser Bendava Tişrînê berdewam kirin. Ji ber êrîşên ANSê ya ku Tirkiye piştgiriyê dide wê, gel di 8ê çile de ji Kantona Qamişlo, Cizîr, Hesekê, Firatê û gelek navendên din berê xwe dan Bendava Tişrînê. Welatiyên ku dorveger kom bi kom nobetê li ser bendava Tişrinê digirin, 48 rojin tevî hemû êrîşan berxwedana xwe berdewam dikin. Di 48 rojan de êrîşên Tirkiye yên li dijî nabedarên Bendava Tişrînêberdewam kir. Di van êrîşan de rojnameger, şanoger û siyasetmedar jî di nav de 24 welatî hatin kuştin. Zêdetirî 221 welatî jî birîndar bûn.
Li gorî detayên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di encama êriş û bombebarana dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, nava 2 mehên dawîn de 82 welatî hatin kuştin. Zêdetirî 250 sivîl jî birîndar bûn.
Di 7ê kanûnê de artêşa tirk û komên girêdayî Tirkiyeyê bi dijwarî êrişî bajarê Minbicê kir û gihaştin herêma bendava Tişrînê ya 30 km li başûrê Minbicê û pira Qereqozaqê ya 30 km li başûrê Kobanê. Li wan deveran şervanên Hêzên Sûriyeyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedaneke lehengî dikin. Li gorî daneyên ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê ji 7ê Kanûnê heta 9ê sibatê kom kirine, di 2 mehan de 82 welatî hatin kuştin û 250 welatî jî birîndar bûn. Di 2 êrişên balafirên bêmirov ên li dijî malên welatiyên li gundên Musterîha û Sefyan de, di 8 û 10ê kanûnê de 2 komkujî pêk hatin. Di encamê de 20 welatî hatin kuştin. Di 11ê kanûnê de li ser Pira Qereqozaqê di encama gulebarana rasterast a komên paramîlîter de jinek hat kuştin. Di heman rojê de ambulanseke Nexweşxaneya Kobanê hate bombebarankirin, di encamê de ajokar û birîndarekî di ambulansê de bû, şehîd bûn. Di 12ê kanûnê de dîsa êrîş kirin û dayikek û zarokek hatin kuştin. Di 13ê kanûnê de dîsa êrîş kirin û xwediyê xwaringeha El Şehbender a Minbicê kuştin. Rojnameger Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan di 19ê kanûnê de li ser rêya di navbera Sirîn û bendava Tişrînê de di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan.
SÎHA êrîşî karwanê kir
Di 8ê çileyê de dema karwana gel berê xwe dida bendava Tişrînê SÎHAyê karwan hedef girt û 5 welatî şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn. Di êrişên Tirkiyeyê yên mehekê li dijî çalakgerên li ser Bendava Tişrînê de bi giştî 24 welatî hatin kuştin û 221 kes jî birîndar bûn. Di 10ê çileyê de SÎHA ya Tirkiyeyê li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê maleke welatiyan bombebaran kir û 4 welatî kuştin û 4 jî birîndar kirin. Di 12ê çileyê de di encama êrişa SÎHA de li çiyayê Kezwanan yê bakurê rojavayê Hesekê de welatiyek birîndar kir. Lê birîndar jiyana xwe ji dest da. Di 27ê çileyê de SÎHAyê gundê El Cemas ê Eyn Îsayê bombe kir û di nav de 2 zarok bi giştî 3 kes kuştin. Di 28ê çileyê de SÎHA li bajarê Sirînê sûka gel bombebaran kir. Di êrîşê de piranî zarok 13 kes kuştin. Di êrişa 28ê çileyê ya li dijî gundê Um Hermelê yê Zirganê yê kantona Cizîrê de jî 3 welatî kuştin û 9 kes birîndar kirin. Di 6ê sibatê de SÎHAyê bendava Tişrînê bombe kir. Di êrîşê de 3 kes birîndar kirin. Di 8ê Sibatê de SÎHAyê gundê Aşmê Iwêna yê başûrê Kobanê bombebaran kir û piranî zarok bi giştî 9 welatî birîndar kir. Di 9ê sibatê de gundê Xatûniyê yê bakurê rojhilatê bajarê Curniyê yê kantona Tebqayê bi çekên giran topbaran kir. Di êrîşê de welatî Mihemed Murad kuşt.
Tevî hemû êrîşan gel ji çar aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dide Bendava Tişrînê û li vir nobeta berxwedanê digirin. Nobeta berxwedanê bi dorveger didome. Her carê komek ji kantonekê bi karwanên girteyî berê xwe didin Tişrînê û li vir nobetê digirin. Gel bi taybetî ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, Til Koçerê, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Şedadê û Til Birakê
Li vir klîbek derxistin
Hunergeha Welat li ser bendava Tişrînê ji bo berxwedanê nîşan bide klîbek derxist. Klîba Hunergeha Welat bi sernava “Bendava me ye” derxis û berxwedana herêmê nîşan da.