26 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajo ber bi ku ve diçe?

Êdî wê pêngaveke paqijkirinê were destpêkirin. Têkoşerên kurd êdî wê ji parastinê gav bi gav derkevin û dest bi paqijkirinê bikin. Ev yek bi serxistina derdora Bendava Tişrînê û Minbicê re dikare heta Girê Spî û Efrînê jî biçe.

21ê Sibatê roja zimanê dayikê ye, lê kurd hîn li welatê xwe ji bo zimanê dayikê bibe dersa hilbijêr têdikoşin. Ev eyb û şerma herî mezin ji bo kurdan û ji bo dewletên desthilat û cîhanê ye. Divê kurd bi lez û bez azadiya xwe bi dest xwe bixin û zimanê dayika xwe bikin zimanê perwerde û danûstendinê. Kurdên bi kurdî dizanin, lê bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin jî divê ji xwe şerm bikin û li xezîneya zimanê dayika xwe xwedî derkevin. Jibîr mekin, ger zarokên we bi zimanê dayika xwe neaxivin, bi mirina zimanê xwe re hûn jî dimirin û dibin kesekî/keseke eslê xwe înkar kiriye ku wek tirk tê binavkirin. Gava hûn bibin tirk, di rastiyê de hûn êdî kurdekî mirî ne.

Bi vê navgînê cejna zimanê dayikê bi hêviya azadiya kurdî pîroz dikim.

Li Tirkiye û Kurdistanê guhertinên dijber bi awayekî berbiçav bipêş de diçin. Gava ku aliyê tirk ê di bin rêvebiriya AKPê de desthilatiya xwe ya dîktayî xurtir dike, aliyê din ê di bin rêvebiriya têkoşerên kurd de bîrdoziya xwe ya demokrasîxwazî vedigire civakên derdorê. Ev her du alî û nêrîn li seranseriya Rojhilata Navîn û cîhanê di nav pevçûnekê de ne. Aliyê tirk AKP dixwaze bi hemû derfetên xwe aliyê kurd, daxwazên wê û têkiliyên wê tine bike. Aliyê kurd jî dixwaze bi rêyên dijber ên wek têkiliyên dîplomatîk, bangên aştiyê vê êrîşa aliyê tirk têk bibe û li şûna wê çareyeke nermtir derxîne holê.

Li Sûriyeyê jî pêvajoya tê rêvebirin kêm zêde bi vî awayî ye. Hebûna çekan a li Rojava ya di dest aliyê kurd de tenê ji bo ewlekariya aştiyê tê bikaranîn. Kurdan hîn heta niha wek hêzeke tirkan an ereban an person êrîş nebirine ser miletekî din û axa wan, mal û milkên wan ji dest wan negirtine. Di rastiyê de, ger ne kurd lê miletekî din li Rojava xwediyê wê hêza mezin û xurt a leşkerî bûna, niha li Sûriyeyê ew ê bûban desthilat. Çi Beşar Esad çi bavê wî Hafiz li Sûriyeyê gava rêvebir bûn, tu carî jimara malbata wan di nav gelên li Sûriyeyê de ne ya herî zêde bû. Ew ji nav civaka elewî dihatin û jimara elewiyan li Sûriyeyê ji ya beşên din ên civakê kêmtir bû. Lê hêzên navdewletî desthilatî dabû dest wan û wan bi deh salan civaka Sûriyeyê bi rêve birin û civakê ev yek qebûl kiribû. Îroj hêza Colanî jî qasî ya kurdan ne xurt e. Ger hêzên navdewletî li şûna Colanî ji kurdan re bigotana ‘em li pişt we ne’ niha li Sûriyeyê şiyandarî wê di dest kurdan de ba û kurdan wê rêvebiriyeke dadwertir li wir saz bikirana. Tevî ku civaka navdewletî wiha nekir, lê ev nayê wê wateyê ku ew derî li ber kurdan hatiye girtin. Colanî wê bi vê zihniyeta xwe ya îslamîst û paşverû nikaribe zêde li ser wî kursiyê rûnê. Jixwe danûstendina wî ya bi Dewleta Tirk re û nexwestina pejirandina mafên gelê kurd lewaziya wî ya herî mezin e. Li aliyê din, dewletên ew kirine rêvebir, bi xwe dibêjin ku ew kujêrek e. Yanî heta demekê temenê wî heye, piştre wê pehînekê lê bidin. Ji bo wê divê aliyê kurd xwe ji dilnizmiya ‘bila Sûriye mafê me binase’, rizgar bikin û bigihînin gotina, ‘Em amadeyê birêvebirina giştiya Sûriyeyê ne’.

Ger em vegerin ser aliyê tirk, ew mecbûr e di demeke kin de li Sûriyeyê bikeve nav pevçûneke dijwartir an jî leşkerên xwe û çeteyên xwe bi paşde vekişîne. Di şerê li derdora Bendava Tişrînê de, derket holê ku hêza çeteyên wê têrî têkbirina hêza kurdan nake. Wê demê du rê li ber dimînin: Yan Dewleta Tirk wê li dijî koalisyona navdewletî rabe û leşkerên xwe bi xwe yekser û rasterast biajo nav şerê li hember kurdan, an wê benê çeteyên xwe bikişîne û wan ji wir derxîne. Kurd ev zêdeyî du mehan e li wê derê şerê parastinê dikin, di vî şerî de bi ser ketin, îradeya têkoşerê kurd bi desteka mezin a gel gihişt asta serkeftinê. Êdî niha wê pêngaveke paqijkirinê were destpêkirin. Têkoşerên kurd êdî wê ji parastinê gav bi gav derkevin û dest bi paqijkirinê bikin. Ev yek bi serxistina derdora Bendava Tişrînê û Minbicê re dikare heta Girê Spî û Efrînê jî biçe. Bi gumaneke mezin wê Koalîsyona Navdewletî vê carê ji vê yekê re nebêje ‘Ez piştgiriyê nadim’. Pêşketinên navdewletî niha dixwaze kurd hinekî bigihêjin maf û azadiya xwe, dîplomasiya kurd, têkoşîna tê dayîn ev yek heq kiriye û bi dest xistiye, tenê mane gavên wê yên pratîkî.

Li Rojhilata Navîn hêza kevnare yên ku kal dibe, dirize û diçe ne aliyê kurd lê belê aliyê tirk, ereb û acem in. Jixwe lingekî aliyê ereb û acem di gorê de ye û ew hewl didin çawa lingên xwe yê li derve karibin hîn zêdetir li derve bigirin, çendekî din temenê xwe bidin dirêjkirin. Aliyê tirk hatiye ser keviya gorê û li hêviyê ye, ku hinek pehînekê lê bidin û wê bişînin ciyê heq kiriye, ji ber ku ew cesareta bi xwe biavêje gorê jî pê re tine ye. Tirk, tirkbûn, tirkitî çawa ku çêbûneke sexte ye, jiyana xwe pê girtiye û wêrekiya nav di xwe de dide jî sexte ye. Ev sed sal in bi vê sextebûn û sextekariyê hatin heta ber devê deriyê gorê. Ew baş dizanin ku wê pehînek li wan were dayîn û bikevin gorê, ku careke din nikaribin serî rakin. Ji bo wê dîsa dest dirêjî kurdên mazlûm û dilbirehm û dilnizm kirine û dibêjin, ‘Bi destê me bigirin da hin pehînekê li me nedin û me neşînin gorê’. Dewlet Bahçelî ev yek aşkere got: ‘Ger em aloziya nav xwe çareser nekin, wê wek Sûriyeyê li me bikin“. Aloziya nav Tirkiyeyê çi ye? Zilm û zordariya li ser kurdan û kêmnetewan e. Di rastiyê de jimara kurdan sed qat ji ya tirkan zêdetir e. Kurd qasî 30 milyon hene û kurd bi rastî kurd in, bi xwîna xwe, bi kevneşopiyên xwe, bi hunera xwe, bi çanda xwe kurd in. Lê tirk tune ne, ger mirov neteweyên din jê derxînî tirkê bi rastî tirk be, dibe ku du sê hezar jî tune bin. Kesên li eslê xwe xiyanet kirine û navê tirk li xwe kirine, îro Tirkiyeyê ew bi rê ve dibin. Wê demê ger herkes vegere ser eslê xwe, bi jimara xwe ya zêde mafê kurdan ji yê herkesî heye ku li ser vê axê bibe şiyandar. Divê kurd êdî dev ji dilnizmiyê berdin û bi dest kesên eslê xwe înkar kirine negirin. Ger wê pehînek li aliyê tirkan were dayîn bi cehnema wan kiriye. Ev sed sal in xwîna gelan mijtin, gel qir kirin, talan kirin, êşa nedîtî bi wan dan jiyandin, êdî divê tirkitî ji holê were rakirin. Divê li ser vê axê ji Mezopotamya heta Anatolya û Trakya bi navê tirk û tirkitî tiştek nemîne. Kurd ne mecbûr in tirkan ji ketina gorê bifilitînin rizgar bikin. Bahçelî di bin vê pêvajoyê de ma, hîn kî di binê de bimîne ne diyar e. Divê kurd pir baldar bin, ku gava bi dest aliyê tirk bigirin, ku wê ji gorê rizgar bikin, bi xwe lingên xwe neşemitin û nekevin gorê û ji tirkitiyê re xwe nekin gorê. Ev sedsala li pêşiya me divê a kurdan be, dîrok wisa dixwaze, divê aliylê kurd jî wisa tev bigerin.