25 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

SOHR: 6 kes hatin kuştin

Li gorî SOHRê li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 6 kes hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de 6 kes hatine kuştin.

Li mezreya El Iwêsa ya gundewarên rojavayê Humisê ciwanek ji aliyê komeke çekdar ve hat qetilkirin. Li gundê Mûsa Hola yê bajarê Hemayê jî 2 ciwan, yek bi şewitandinê û yê din bi guleyan ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.

Li gorî SOHRê, li ser rêya Hema-Humis li herêma Ebrac kesek ji aliyê çekdaran ve hat kuştin. Her wiha endamekî desthilata Şamê yê ji bajarê Telbîsa yê bakurê Humisê ku demek berê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Menûsa ya gundewarên rojavayê Reqayê kesek ji ber teqîna mayinan a bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.