25 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Șopdarê Karker û Cûdiyan… Egîdê Dilê Rojê

Lîlav Elî

Lawê serdemê, evîndarê heqîqetê, Egîdê egîdan li aliyekî bi kamîre û pênûsa xwe li aliyekî jî bi çeka xwe ya ku her dem di sîngê neyaran de bû, ji bo jiyaneke bi rûmet, azad șer kir. Bi egîdî jiyan kir û bi egîdî di oxira azadiyê de canê xwe feda kir.

Dema ku mirov bibe evîndar, pêwîst bike dê di oxira evîndariya xwe de canê xwe jî feda bike.

Hevrê Egîd Roj jî eșq û evîndariya xwe ya ji welat, ax, kamîre, rastî, berxwedanî û ji rojê re bi serxist, bû aşqê rastiyê, ji lewra di her peyvekê, wêneyekê, gotinekê, kenekê, nûçeyekê û gavavêtinekê de rastiya ku jiyan dikir, rastiya ku gelê wî jiyan dikir, rastiya dagirkerên bajarê xwe raxist ber çavan. Di mejiyê her mirovekî de hovîtiya dagirkeran û berxwedana hemdemî ya li hemberî vê hovîtiyê diteyisand.

Şehîdê nemir, şehîdê heqîqet û jiyanek bi egîdî, Şehîd Egîd Roj bi qasî bilindahiya çiyayê Gur, nermbûna axa deşta cumê, zelaliya ava Batmanê û bedewiya dar, rê, kevir û xwazayê Efrînê bedewî di rûyê xwe yên biken de hemêz dikir. Wekî eşqa Derwêş ji Edûlê re, Siyamend ji Xecê re, Mem ji Zînê re û Ferhad ji Şêrînê re, Egîd bû aşiqê welat û Rojê. Navê zarokê Rojê li xwe kir û rêwîtiya xwe ya ber bi Rojê ve dest pê kir.

Di ruhê xwe yê ciwan de welateke ji hêvî ku bêhêvîtî li hember wê bi sernakeve, kenê ku li hember tarîtiyê ronahiyê tîne, hêza ku li hember dagirker û celadan bi serdikeve, moralê ku jiyanê ji nû ve zindî dike û hevaltiyek ku dawiya wê nayê ava kir.

Şehîd Egîd di sala 1997an de çavên xwe yên bi xemla welat xemilî bû di nava malbateke welatparêz û welat bindest de ku nasnameya wî binaxkiribûn de vedike. Ji ber ku Egîd tenê zimanê dayikê zimanê kurdî nas dikir û ew ziman ji bo xwe weke stargehek binav dikir, di dibistanên rêjîma berê ya Sûriyeyê de rastî polîtîkayên çewsandina zimanê kurdî dihat.

Egîdê dilê rojê ku navê roj li xwe û her tim xeyala rojek bi ronahî dikir, bi girêdana malbata xwe ya bi Tevgera Azadiyê û Ramanên Serok Apo bandor dibe û ji bo aşkerekirina rastiya di welat de tê jiyankirin û zilma ku tê meşandin yekem gavên ber bi heqîqetê ve davêje. Di sala 2016an de biryara tevlibûna nava xebatên raghandinê dide. Egîd bi hilgirtina kamîre û pênûsa ku her dem bilind li ba dibû, bû çavê sêyemîn ji gelê xwe re, bû rûpelek nû di nava rûpelên dîroka Efrîniyan de.

Tevî temenê xwe yê ciwan Egîd bi ruhekî mezin ku bedewiya dinyayê girtibû nava xwe bû şahidiya kêliyên 58 rojan a berxwedana serdemê, li kîjan devera êrîş heba, komkujî heba, qehremanî û berxwedanî heba Egîd li wir bû, di eniya ku tê de ken, hêvî û moral hebû Egîd li wir bû, Egîd bi kamîreya xwe bû hafîzeyek ji berxwedana 58 rojan re û bi kenê xwe bû hêviya ku tu caran bêhêvîtî li hemberê bisernakeve.

Bi hêviya ku dê dawiya tarîtiyê ronahî be û dawiya êşê serkeftin be, hevrê Egîd bi heman ruhê xwe yê ciwan ku tu caran zehmetî nas nedikir, li hember tunebûnê, hebûn diafiran û li hember çiyan deşt didîtin, li Şehbayê jî her dem foksa kamîreya xwe da ser êşa gel û zarokên bajarê xwe, da ser birîna bav û dayikên ku bi hesreta bajarê xwe yê dagirkirî rêwîtiya xwe ya jiyanê bi dawî dikirin.

Şehba ji bo wî bû çavkaniya mezinkirina asta berxwedanê, ji ber ku li aliyekî wî dema ku tîrêjên rojê xwe bera Çiyayê Kurmênc didan, henaseya axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan û dar zeytûnên bi bereket digirt, li aliyekî din jî berxwedana gelê wî ya bi rûmet û ji serkeftinê bawer, hêzeke bêhempa dida Egîdê hêzdar.

Li kampên Şehbayê, navçeyên wê, gundewarên Şêrawa, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û her kuçeyekê ji axa wan deran, digeriya bêyî ku hedar û nefesê bide xwe, li pey şopa ragihandina heqîqetê bû.

Egîd ji welatekî wiha ye ku tu carî zarokên wê hînî sertewandinê nebûne, lewre ew jî tim bi moralekî bilind ber bi serkeftinê ve dimeşiya. Astengî û kendên ku pêrgî rêya wî dihatin, bi hostayî û rûkeniya xwe ya ji jiyanê re, diherifandin û ji bo jîneke birûmet û welatekî azad tim û dayîm di nava keftûlefteke bêhempa de bû.

Li Şehbayê wekî xebatkarekî çapemeniya azad ji nêzîk ve têkoşîna Hêzên Rizgariya Efrînê dişopand. Di dîroka vê hêzê de çalakiya gundê Basilê yê çileya 2024yan çalakiya herî bibandor bû. Yekem rojnamegerê ku ji nêz ve agahiyên di derheqê wê çalakiyê û lehengiya şervanan de parve kir, helbet e Egîdê welatê agir û rojê bû.

Ew dildarê Hêzên Rizgariya Efrînê bû, çimkî di wê baweriyê de bû ku, dê ev hêz vegereke birûmet ji wan re dabîn bike. Çend rojan beriya ku şehîd bibe postekî li ser fermandarê mezin yê HRYyê Karker Tolhildan dinivîse û tê de bêrîkirina xwe ya ji Şehîd Karker re tîne zimên. Bêrîkirinên hevalê Egîd ji hevrêyên xwe yên şehîd re, ew li gel Karkeran, Cûdîyan û Îlanan civand û xeyala xwe ya Efrîna rizgarkirî dewrî hevalên xwe kir, da ku demekê ji deman navê wî, bîranînên wî û alaya wî li Çiyayên Efrînê bilind bikin.

Bi rêwîtiya xwe ya bi salan a xebat û têkoşînê de, bi pênûsa xwe ya ku tu caran xameya wê naqmiçiqe, xwest bibe azadiya welatê xwe, dengê zarokên gelê xwe, fedayîyê jiyanek bi rumet. Xwest bibe çirûska hêviyê dilê dayikên kezebşewitî dilê zarokên sêwî û bavên ku fîncana zilmê ji destê zordar û dagirkeran vexwarin.

Lawê serdemê, evîndarê heqîqetê, Egîdê egîdan li aliyekî bi kamîre û pênûsa xwe li aliyekî jî bi çeka xwe ya ku her dem di sîngê neyaran de bû, ji bo jiyaneke bi rûmet, azad șer kir. Bi egîdî jiyan kir û bi egîdî di oxira azadiyê de canê xwe feda kir. Wekî navê xwe bi Egîdî jiyan kir û bi Egîdî rêwîtiya xwe ya ber bi rojê ve bi serxist, bû stêrkeke di nava stêrkên welatê agir û rojê de, bû roja ku tu caran dê neçe ava.

15ê Sibatê roja qirkirina gelê kurd e, hedefgirtina şehîd Egîd di 15 Sibatê de ne hema wisa tiştekî ji rêzê ye, lêbelê careke din xwestin li bîra me bînin ku ew dixwazin qirkirina me berdewam bikin.

Bi șehîdxisitina Egîdê Rojê re xwestin roja li ser esmanê vî welatî vemirînin, dengê zarok û gel di qirika wan de bihêlin, dilê hogir û hevrêyên wî sar û bêhêvî bikin, lê nedizanîbûn ku dê di seqema dilê her hevrêyekî de agirê tolhildanê gur bibe, dengê ji bo rastî û azadiyê esmanan derbas bike û ronahiya li ser welat bi navê Egîdan her mayinde bibe.