Di demên dawî de gelê me dîsa di demên zor re derbas dibin. Ji aliyekî ve hewldanên ji bo aştiyeke birûmet berdewam dikin, ji aliyê din ve hewldanên ku hêviya aştî û azadiyê ya gel qels bikin berdewam dikin. Bi siyaseta qeyûman û hewldanên bêrûmet ên ku îradeya gel înkar dikin, daxwazên aştiyê bi tevahî tên paşguhkirin. Hiş û aqlê gel li ser agahiya ku ji girava Îmraliyê were ye. Lê bi awayeke lez û bez polîtîkaya qeyûman jî berdewam e.
Hewldanên têkbirina hêviyên gel vê carê li Wanê bû. Wan di hilbijartinên 31ê Adarê 2024an de bi beyankirina îradeyê ya mezin a gel, di serî de Şaredariya Bajarê Mezin, hemû şaredariyên navçeyan bi dest xist û bû navendeke ku îradeya gel lê tecellî kiriye. Ev belkî jî di dîrokê de cara yekem bû. Gelê Wanê bi rengkirina nexşeyê bi rengê xemrî û dawî li rejîma 8 salan a qeyûman anî. Piştî hilbijartinan jî li nûnerên xwe yên hilbijartî xwedî derket û destûr neda ku îradeya wan bê xespkirin. Krîza mazbatayê dîsa bi feraset û berxwedana vî gelî hat çareserkirin. Gelê Wanê yê ku li îradeya xwe xwedî derket, bû rûspiyê hemû welat. Vê berxwedan deng veda û li tevahiya welêt belav bû.
Berxwedana gelê Wanê
Di qonaxa ku em gihîştinê de dîsa û ji nû ve hewldanên ku îradeya gel înkar dikin berdewam dikin. Tayînkirina qeyûman û gaspkirina îradeyê ya li ser bajarên Kurdistanê ku bi Colemêrgê dest pê kir û bi Sêrtê berdewam kir, nesekinî û gihîşt bajarê berxwedêr Wanê. Bi kompleyên nû êrîşî şaredariya ku gel berê jî li vîna xwe xwedî derket û bajarê xwe radestî destên qirêj nekir, kirin. Gelê Wanê bi rojan got “Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan rûmeta me ne” û li şaredariyên xwe xwedî derket. Bi hezaran Wanî her roj dihatin ber şaredariyê û bi saetan nobeta vîna xwe digirtin. Ev berxwedaneke bi rûmet bû. Lewma careke din li tevahiya welêt deng veda. Lê, polîsan bi êrîşeke hişk avahiya şaredariyê dagirkirin, bi dehan welatî ku di nav wan de rojnamevan jî hebûn bi îşkenceyê binçav kirin. Li şûna Hevserokên Şaredariyê yên ku gelê Wanê bi kedeke mezin, hilbijartibûn, qeyûm hat tayînkirin û dest danîn ser şaredariyê.
Bêhiquqiya doza Zeydan
Di rastiyê de hemû raya giştî ji nêz ve pêvajoya qeyûmkirinê şopand. Hevşaredar Abdullah Zeydan, bi dozeke ku eşkere bû komplo ye, hat darizandin. Di pêvajoya darizandinê de derket holê ku bêhiqûqî çêbûne, cezayê ku hatibû dayîn ji aliyê dadgeha bilind ve hatibû şikandin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî di vê pêvajoyê de bi sedemê binpêkirina darizandina adil Tirkiye mehkûm kir. Dema ku ji nû ve darizandin dihat dîtin, hat dîtin ku ev doz bi rastî jî komployek e. Bi taybetî raporta keşfa cihê bûyerê di rastiyê de îspat kir ku darizandina ku dihat meşandin bi tevahî îdiayên vala dihewîne. Dîsa îfadeyên şahidên ku leşker bûn bi îdiaya Zeydan û raporta pisporan re yek bi yek li hev dihat. Yanî di rastiyê de eşkere xuya bû ku ti fîîleke ku bê darizandin tune bû. Tevî vê yekê dadgehê li Zeydan cezayeke 3 sal û 9 meh birî. Bû hevparê komployê ku dixwestin li bajarê Wanê bikin. Di encamê de qeyûm tayîn kirin û gotinên me tev piştrast kirin.
Xebatên serkeftî yên şaredariyê
Wan, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye. Çavkaniya bingehîn a van pirsgirêkan jî rejîma qeyûm e. Di 8 salên dawî de tevahiya dewlemendiya welêt mêt. Ev pergala ku li şûna kesên ku gel hilbijartine memûrekî dewletê tayîn kir û hemû çavkaniyên bajêr pêşkêşî komek rantxwaran kir. Bû sedem ku bajarên Kurdistanê roj bi roj xerabtir bibin. Hevşaredarên ku di 31ê Adarê de wek Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin hilbijartin, di hewldana bicihkirina erkên xwe de bi rûmet bûn. Wek rêveberiya nû ya şaredariyê, di demeke kurt a 10 mehan de, ji bo çareseriya pirsgirêkên ku qeyûm bi salan kom kiribû û wek çiyayekî mezin bûbû, hewl dan ku mînakeke şaredariyeke newaze nîşan bidin.
Rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a ku bi perspektîfa rêveberiyên herêmî yên demokratîk, ekolojîk, jinazad, şefaf û bi beşdar dest bi xebatan kir. Piştî rêveberiya 8 salan a qeyûm, bi afirandina sînerjiyeke nû, bajêr dîsa bi xizmetê re dane nas kirin. Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên ku li 13 navçeyên di qada berpirsiyariya wê de birêve bir, bala hemû welatiyan kişand. Rêveberiya ku di gelek qadan de bi hewldaneke mezin îmze avêt bin serkeftinên girîng, bi “şaredariya pirzimanî” di 10 mehan de xizmetên ku gel li bendê bû pêk anî.
Ji bingehê heta sergehê, ji çêkirina rê heta xizmetên av û kanalîzasyonê, ji xebatên di warê çandî û civakî de heta jin, zarok û xwendekar, ji komên dezavantaj heta paqijiya Gola Wanê hemû xizmetên ku hatin kirin, pesna gel jî wergirt. Şaredarî, saziyên jinan ên ku ji aliyê qeyûman ve bi tevahî hatibûn rakirin yek bi yek ji nû ve ava kir. Li gel wê qadên newaze ên wek pirtûkxaneyên jinan û navendên jiyanê ava kir. Wan bajarekî erdhejê ye. Hevşaredaran ewil li vir Serokatiya Daîreya Karûbarên Afetê ava kirin. Piştre Navenda Koordînasyona Afetê (AKOM) vekirin. 250 kîlometre rê çêkirin. Navçeya Başqeleyê ya ku bi salan li bendê bû gihand avê. Ji 3 hezar û 20 xwendekaran re piştgiriya perwerdeyê dan. Ji 2 hezar malbatan re bi rêkûpêk piştgiriya civakî ya alîkariya xûrekan pêk anî. Rojane xwarinên germ gihand 5 hezar malbatan. Serokatiya Daîreya Xizmetên Kêmendam û Temen Mezin ava kir û bi dehan xizmetên din ên ku em li vir nikarin bijmêrin bi awayekî herî baş nîşan da. Û tevahiya van xizmetan bi îmkanên pir kêm pêk anî. Vê yekê nîşanda ku gelo şaredarî çawa tê birêvebirin. Çiqas hikûmeta navendî hewl da ku dest û milên rêvebiriya şaredariyê girê bide, ewqas zêdetir xizmet hat kirin û ev bi çavkaniyên xwemalî yên bajêr pêk hatin. Di rastiyê de ev jî îspata wê yekê bû ku dema neyê dizîn û çavkanî ji bo gel bên xerckirin çiqas xizmetên xweşik dikarin bên kirin. Bi vî awayî di vê pêvajoya 10 mehan de hemû derdor bûn şahid ku bajarê Wanê çawa bêhn wergirt û gel çawa giha rehetiyê.
Gel divê destûr nede xwînmijan
Lê niha em şahidê hewldanên ku dixwazin vê rewşa baş xerab bikin in. Bi tayînkirina qeyûm a li dijî îradeya gelê Wanê, ji nû ve wê pergala ku li ser diziyê, gendelî û bêusûliyê hatiye avakirin li vî bajarî ferz bikin. Lê belê wisa xûya ye ku gelê Wanê destûrê nedin vê yekê. Ev çend rojin her roj li qadan e bi dengeke bilind bang dikin û dibêjin; “qeyûm talan e, qeyûm gasp e, qeyûm înkarkirina îradeya gel e û emê vê komployê têk bibin.” Bi tayinkirina qeyûm dixwazin çend dewlemendiya vî welatî bi tevahî ji holê rakin. Lê ger gel weke gelê Wanê bi awayeke xûrt li ser piyan bisekine û bertekê nîşan bide, tevahiya van xwestekên qirêj wê bê pûçkirin û bê avêtin sergoya dîrokê.
Lewma her çiqas li aliyekê xweldanên ji bo aştiyeke mayînde hebin jî têkoşîn berdewam e. Divê her derdor zanibe ku kes bê xwestin û bê têkoşîn tiştek nade gelên bindest. Em bawerin vê rastiyê di serî de gelê kurd baş dizane û wê li gorî wê tevbigere.