Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Qaxizmane kir. Dadgehê di 20ê sibatê de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan birîbû. Piştî dadgehê czea birî, polîsan şaredarî xistibû dorpêçê. Piştî çar rojan, Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di saetên şevê de qeyûm tayînî şaredariya Qaxizmanê kir.
Wezareta Karen Hundir a Tirk di sala 2016an de qeyûm tayînî 95 şarederên BDPê kiribû. Piştî hilbijartina 31ê Adara 2019an Wezareta Karên Hundir a Tirk dîsa dest bi qeyûman kir. Wezaretê di 2019an de dîsa qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarê mezin, 5 şaredarî, 33 şaredariyên navçeyan û 7 şaredariyên bajarokan bi giştî 48 şaredariyên HDPê kirin. Wezaret dîsa di qeyûman de israr dike. Piştî hilbijartina 31ê Adara 2024an disa dest bi qeyûman kir. Di 3yê hezîrana 2024an de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê kirin. Piştî wê qeyûm li ser qeyûm tayîn kirin. Herî dawî di 15ê sibatê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û îro jî qeyûm tayînî şaredariya Qaxizmanê kirin. Piştî hilbijartina 31ê Adarê, qeyûm tayînî 12 şaredariyan kirin. Ji van şaredariyan 10 ji wan DEM Partî û 2 jî yên CHP’ê ne.