Hejmara 104emîn a kovara Jinê bi manşeta “Bi zimanê zikmakî ber bi azadiye ve” derket. Di hejmar anû de girîngiya zimanê dayikê hate vegotin û bal kişand ser zextên li ser zimanan.
Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, kovarê cih da zimanên weke Kurdî, Ermenkî, Suryankî, Hemşînkî, Farisî, Erebî û Tirkî.
Nivîsên di hejmara nû de ev in: Bi zaravayê Kurdî yê kurmancî Salîha Ayata bi zaravayê kirmanckî Gulçîn Adar, zimanê Hemşînî Huriye Şahîn, bi zimanê Suryankî Theodora Hobîl, bi zimanê Ermenkî Kayuş Gavrilov Çalikman, bi zimanê Erebî Esed Kedro, bi zimanê Farisî Sara Sobhanî û bi zimanê Tirkî jî Işil Unal bi minasetebat 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê di hejmara nû ya Kovara Jinê de nivîsîn.