24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

33 sal in kiryarên Cengîz Altun nehatine girtin

Rojnameger Cengîz Altun 33 sal berê li Êlihê ji aliyê Hîzbulkontrayê ve hat kuştin. Dayika Altun, Turkan Altun diyar kir ku êrişên ser rojnamegeran hêj bi dawî nebûne û wiha got: “Cengîz netirsiya û peyrewên wî jî netirsiyan.”

Nûçegihanê rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altun di 24ê Sibata 1992yan de li Êlihê dema diçû nûçeyê ji hêla endamên Hîzbulkontrayê ve hat kuştin. Di ser kuştina Altun re 33 sal derbas bûn lê hêj jî kiryarên wî nehatine girtin. Dayika Altun, Turkan Altun a 77 salî ev 33 sal in ji bo girtina kiryarê kurê xwe têdikoşe.

Turkan Altun ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî, diyar kir ku heke were xwestin kesên kurê wê kuştine dikarin bên dîtin û wiha got: “Tevî îşkence û gefên kuştinê jî kurê min dev ji karê xwe berneda. 40 rojan li Sêrtê hate îşkencekirin. Dema hatî malê serê xwe şûşt û li pey nûçeyê ket. Bavê wî jê pirsa ‘Cengîz dê bi ku de biçî?’ kir. Got dê biçe nûçeyê. Wî jî got; ‘Ev cisareteke çawa ye’ û heyraniya xwe ya ji bo kurê xwe anî ziman. Serdemeke ku mirov dihatin revandin û bi girêka beraz dihatin qetilkirin bû. Tevî zext û gefan jî Cengîz û hevalên wî neditirsiyan. Ji ber ku hedefa wan ew bû ku rastiyan ji gel re vebêjin. Lê belê ji hêla kesên tehemûla rastiyê nedikirin ve hate qetilkirin. Gelek xebatkarên Çapemeniya Azad mîna kurê min hatin qetilkirin. Her cara rojnamegerek tê qetilkirin, kurê min tê bîra min. Çapemeniya Azad, emaneta Cengîzê min e. Tevek jî Cengîzên min in û yên wan qetil dikin, Cengîzê min qetil dikin. Cengîz netirsiya, peyrewên wî jî netirsiyan. Wê rojê zarokekî min hat qetilkirin lê niha bi hezaran zarokên min hene. Hûn tevek jî pêşengên vî gelî ne.”

Kurte jiyana Altun

Cengîz Altun, di 9ê Tîrmeha sala 1968an de li navçeya Kercews a Êlihê ji dayik bû. Dibistana seretayî, ya navîn û amadehî li vir temam kir. Piştre di sala 1990an de li Beşa Motorê ya Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Êlihê qeyda xwe çêkir. Dema xwendekariya Altun didomiya, di sala 1991ê di rojnameya Yenî Ulkeyê de dest bi karê rojnamegeriyê kir. Dema Altun dest bi rojnamegeriyê kirî, êrişên kontrgerîla zêde hebûn. Lewma her tim gef lê dihatin xwarin. Ji ber gefên lê dihatin xwarin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da lê encamek jê derneket. 3 piştî serlêdana dawî, di 24ê Sibata 1992yan saet di 08.15an de dema diçû buroya rojnameyê li ser Cadeya Mehtapê hate gulebarankirin. Kujerên gule lê reşandin reviyan. Altun ku bi birîndarî rakirin nexwşxaneyê, li wir jiyana xwe ji dest da.

Çek heye lê kiryar tune ye!

Nêzî pênc sal piştî cînayetê, polîsên Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyeta Amedê li Xaçerêya Ovabagê ya li ser rêya Amed-Mêrdînê kontrola nasnameyan kirin. Di kontrolê de li ser kesekî bi navê Îsmaîl Emsen debanceyeke bêrûxsat a 9 mîlîmetre girtin. Di lêkolîna balîstîkê de derket holê ku hinek guleyên di kuştina Altun de hatin bikaranîn ji vê çekê derketine. Îsmaîl Emsen, di îfadeya xwe de got: “Ez alîgirê Hîzbullahê me û min ev demance ji bo parastina xwe, ji birayê xwe Metîn Emsen girtiye.” Lê li şûna sûcê cînayetê, ji sûcê “çeka bêrûxset li ser xwe gerandiye” hate girtin û şandin Girtîgeha Amedê. Polîsan ne birayê wî Metîn Emsen dîtin û ne jî der heqê bûyerê de lêpirsîneke baş kirin. Emsen, demekî kin piştre hate berdan.

Di rapora ji hêla Serokê Lijneya Teftîşê ya Serokwezîrtiyê Kutlu Savaş ve têkildarî “Qezaya Susurlukê” hatiye amadekirin de li gel cînayetên din ên li dijî rojnamegeran, cînayeta Altun jî cih girt. Lê belê tevî bi ser re 33 sal derbas bûne jî hêj kiryarên Altun nehatine girtin.

Êrişên li dijî rojnamegeran piştî Altun jî berdewam kirin. Bi dehan rojnameger di salên 90î de hatin qetilkirin. Dewleta tirk û komên paramîlîter ji sala 2019an heta niha herî kêm 15 rojnameger qetil kirin. Herî dawî jî rojnameger Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û Egîd Roj li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Silêmaniyê jî Ezîz Koyluglu hatin kuştin.