24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji civakeke hovane ber bi kirariyên hovane

Rojîn Polat

Di sinetkirina jinan de armanc zêdekirina kêfa zayendî ya mêran, parastina bekaretê û baweriyên olî ne. Ev kirarî gelemperî li Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê tê bikaranîn.

Mêr ji ber sedemên olî û tenduristî tên sinetkirin û di vê pêkanîna sinetê de çermê ku penîsê dinixumîne tê girtin. Girtina vî çermê; ji bo paqijiya penîsê, kêmbûna enfeksiyonên ya mîzkêşê, kêmbûna xetere ya kansêra penîsê gelekî bi feyde ye û di heman demê de jî mirovan  li hemberî nexweşiyên têgerê yên ku bi têkiliyên cinsî derbas dibe diparêze. Ji ber ku ev pêvajoya sinetê pêvajoyekê bi êş e gelemperî an di demên bebikatiyê anjî zarokatiyê de tê kirin.

Belê sinet ji bo mêran him di tenduristiyê de him jî di mijara olî de wek tiştek bi feyde tê nirxandin. Lê gelo ev kirariya sinetê bes ku ji bo mêran pêk tê? Dibe ku di gelek deveran de bi awayekÎ hovane jin jî hatibin sinet kirin… Mêr ji bo ol û tenduristiyê tên sinetkirin lê gelo sedema sinetkirina jinan çi ye? Çi  feydeyên wê li ser jinan hene?

Di gelek civak û çandan de jin bi gelekî zordarî û tundiyên cuda re rû bi rû dimînin. Kesên ku van zordariyan li ser jinan pêk tînin şikil û navên van kirariyên xwe diguherînin lê di armanc û ferasetên xwe de tu guhertinekî pêk naynin. Ango ev zordarî dibe ku bi awayekî zindî têxistina bin axê be, dibe ku recmkirin an jî sinetkirin be lê feraset hertim binpêkirina jiyan û mafên jinan. Ev hemû pêkanîn jî qaşo bi armanca parastina namûs û navên civakê tên kirin. Lê tu rastiya vê yekê tune.

Sinetkirina jinan

Tê gotin ku sinetkirina jinan ji demên neolîtîkî pê ve ji hêla misiriyan ve  ji bo jinên ku xizm û xulamên wan in ducanî nemînin, wek rêbazek dihat pêkanîn. Di sinetkirina jinan de armanc zêdekirina kêfa zayendî ya mêran, parastina bekaretê û baweriyên olî ne. Ev kirarî gelemperî li Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê tê bikaranîn. Ev pêvajoya sinetê bi çar şiklî derdikeve holê.

Reya yekemîn klîtorîdektomî ye. Di vê kirariyê de klîtorîs û çermên derdorê wê yan hinek yan jî hemû tên girtin. Reya duyemîn eksîzyon e. Di vê cureyê de jî klîtorîs an hinek tê girtin an jî bi temamî tê girtin û labîûm mînora tên jê kirin. Rêya sêyemîn înfîbulasyon e. Di vê cureyê de labîûm majûs û labîum mînora tê jê kirin û şiklê wan tên guhertin. Di rêya çaremin de jî klîtorîs an jî vajina yan tê kunkirin yan jî tê rihotin.

Di van pêkanînan de gelekî jin an jî zarok ji ber ku pir xwîn winda dikin di wê demê de dimrin gelekî jin jî dema ku bebikek tînin dinê jiyana xwe ji dest didin. Jinên ku jiyana xwe didomînin jî bi pirsgirekên zayendî, di demên menstrual de êşên mezin, enfeksiyonên mîzkêşê, pirsgirêkên dêrûnî û hwd. re rû bi rû dimînin.

Pêkanîna sinetê

Kesên ku sineta jinan dikin gelemperî jinên pîr in. Ji van jinan re DAYA tê gotin. Û ev kirarî bi kêr, parçeyên caman an jî bi tiştên din ên tûj tên kirin.

Li gor lêkolînên UNICEF ê heya îro 125 milyon jin hatinin sinetkirin û 30 milyon zarokên qîz jî di bin wê xetereyê de ne. Gelemperî van jinan di nabera 3-10 saliyên xwe de tên sinetkirin. Li ser vê mijara sinetkirina jinan di sala 2009 an de  bi navê ‘ Desert Flower’ fîlmekî hat kişandin. Di vê fîlmê de jiyana jinekê ji somaliyê ku hatibû sinetkirin raxistibûn ber çav. Ev jin Warîs Dîrîe bû ku di sê saliya xwe ango piçûkatiya xwe de tê sinetkirin.

Warîs Dîrîe, jineke ji somaliyê ye û model, nivîskar, lîstikvan û aktîvîsteke mafên mirovan e. Di heman demê de di navbera salên 1997-2003yan de wekî nûnera taybet a neteweyên yekbûyî li dijî sinetkirina jinan jî xebatan meşandiye.

Sinetkirina jinan niha herçiqasî li gelek deveran hatibe qedexekirin jî di gelek herêman de bi awayakî veşartî hêjî hebûna xwe diparêze û gelekî jin bi awayekî hovane ji bo ku bigihîjin asta jineke paqij tên sinetkirin! Wekî ku di serî de jî hat ravekirin wan jînan piştî sinetê yan jiyana xwe ji dest didin an jî ji ber êş û zordariya wê rewşê wek miroveke nîvco jiyana xwe didomînin.

Lê civaka ku wateya paqijiyê di sinetkirina jinan de veşartiye û pakbûnê di wê kirariyê de dîtiye dê bi awayekî civakî çiqas karibe paqij bibe mijara nîqaşê ye…