24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qubad Talebanî: Îradeyek cidî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd heye

Qubad Talebanî got ji bo serdana Şandeya DEM Partiyê got: “Me hest kir ku îradeyek cidî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê heye. Wek YNK jî hemû amadebûn û piştevaniya xwe ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nîşan dan.”

Li hotêla Grand Millenium ya bajarê Silêmaniyê panelek bi navê ‘Pêkvejiyana aştiyane ya civakan li Silêmaniyê’ hat lidarxistin. Cîgirê serokwezîrê demborî yê başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî jî beşdar bû û têkildarî serdana şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo başûrê Kurdistanê û çareseriya pirsgirêka kurd a di pêşengtiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de axivî.

Qubad Talebanî got: “Birêz Ocalan li ber pêngavek mezin bavêje ku dê bi peyamekê ragihîne. Di vê çarçoveyê de jî Şandeya Îmraliyê serdanek giring ji bo başûrê Kurdistanê pêkanî ku nêrîna aliyên siyasî wer bigire.”

Qybad Talebanî destnîşan kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkek e ku hemû kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bandor dike û got: “Cihê keyfxweşiyê ye ku me hest kir ku îradeyek cidî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê heye. Bêguman rêyeke wiha girîng dê ji aliyê kesên ku aştiyê naxwazin jî ve were astengkirin.”

Cîgirê Serokwezîrê demborî yê başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî tekezî kir ku proseya heyî hêviyên mezin çêkiriye û weke YNK amadehiya xwe ya temam û piştevaniya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurd nîşan dane.

Hêjayî gotinêye ku piştî du hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re û rêzehevdîtinên bi beşek ji partiyên Tirkiyeyê û girtiyên siyasî re, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser wezîfedarkirina şandeyê ji aliyê Abdullah Ocalan ve, di 15ê Sibatê de serdana başûrê Kurdistanê kir.