24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tulay Hatîmogullari: Şande dê dîsa biçe Îmraliyê

Hevseroka DEM Partî Tullay Hatîmogullari da zanîn ku wê şandeya Îmraliyê serdanan Rêber PKK Abdullah Ocalan bike û encamên serdana başûrê Kurdistanê parve bike.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tullay Hatîmogullari di civîneke Navenda Pêşveçûna Kurd a Londonê bi nûnerên saziyên kurdî re civiya. Di civînê de behsa pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê kir.

Herwiha Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jîngeheke azad a xebatê dixwazin û divê bi akademîsyen heta kesayetiyên olî re hevdîtinê bike û got: “Şandeya Îmraliyê wê careke din serdana Îmraliyê bike û encamên serdana başûrê Kurdistanê bi Abdullah Ocalan re parve bike.”

Tulay Hatîmogullari da zanîn ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan wê dawiya meha sibatê yan jî destpêka adarê peyama xwe belav bike û ev tişt got: “Abdullah Ocalan dixwaze pirsgirêka kurd ji pevçûn û tundiyê dûr bixe.”