24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di çîroka Çiyayê Reşkê de şayesandina gerîlayên jin

Nivîskar bi vegotina karekterên xwe ev gerîlaya jin gelekî xweşik dike û pesnê wê dide, dixwaze bi her awayî û di her hevok û bendê de xweşikbûna gerîlayên jin bişayisîne.

Jinan di seranserê dîrokê de rol di her qad û cihê de lîstine û di her deverê de cihekî xwe ava kirine. Di şer de, di jiyana civakî de, di folklorê de, di berxwedan û serhildanê de, di lehengiyê de û hwd. Lewra her tim bûne mijara stran û kilamên hunermend û dengbêjan, bûne mijara nivîskar û lêkolîneran û bi her awayî jin şayesandine. Rênas Jiyan jî di çîroka xwe ya bi navê “Çiyayê Reşkê” de xweşikbûna gerîlayên jin şayesandiye.

Ev çîrok di pirtûka komeleçîrokan ya bi navê “Bîna petêxan ji hêsirên min tê” de cih digre.

Navê weşanxaneyê: Belkî.

Çapa yekem: 2019.

Çapxane: Bizim Buro Matbaacilik.

Kurtejiyana Rênas Jiyan: Rênas Jiyan di sala 1974an de li Qoserê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li Qoserê û zanîngeh li Amedê xwendiye. Wî kovara “Çirûsk” ê derxistiye. Herwiha weşanxaneya “Belkî” yê ava kiriye.

Ji berhemên wî:

Janya (Helbest) 1999.

Kolleksiyona Çirûskan- Mexzena xwînê (Helbest) 2003.

Di tuwaletê de (Şano) 2006.

Diêşiya (Helbest) 2013.

Spîtama (Roman) 2016.

Dîn û şîn (Helbest) 2016.

Nirxandinek li ser komeleçîrokan bi giştî:

Çîrokên ku di vê pirtûkê de cih digrin ev in.

Lepik, Çefî, Gir, Lod û Kap, Tehil, Xirt Xirt, Çiyayê Reşkê, Zeman û Zergan, Xocê Xizir, Xernûba, Karikên berbangê, Kalikê min: Xela û mirin, Bîn, Salilek Helebçe û Sînem agir.

Di van çîrokan de êş, rewşa civakî ya kurdan, bindestiya kurdan, zilm û zora dewletên serdest û bi taybet zilma ku li kurdên bakurê Kurdistanê bûye, derûniya zeroktiyê, qedexeya ziman, xweşikbûna gerîlayan, jinên kurd di jiyana civakî de û gelek mijarên din bi şayesandin û tevneke xweşik ji pênûsa nivîskar herikîne pêşberî xwîneran. Nivîskar hewl daye hemû mijarên civaka kurd û bi taybet mijarên civaka kurdên bakurê Kurdistanê derxîne pêşberî xwîneran.

Mijara çîroka “Çiyayê Reşkê” û xweşikbûna gerîlayên jin.

Di ev çîrokê de karekterek tê pêşberî me ku her tim nimêj dike û gava ku nimêj dike hezkiriya wî her tim tê bîra wî. Lê ew ji ev yekê aciz dibe ji ber ku bi ya wî divê di dema nimêjê de tu kes ango tişt ji bilî Xweda neyê bîra wî.

“Carekê li ser destmêja nîvro, ez bi xwe hisiyam ku ez ji wê pê ve li tiştekî din nafikirim: Gava mij destmêj digirt, nimêj dikir, Quran dixwend, bi tenê ew di bala min de bû.”

Ew û wê keçikê tenê du- sê caran bi hev re diaxivin û xuya ye ku bavê wê bi vê yekê hisya ye. Bavê wê yekî pir xizan dibe. Wextek derbas dibe ku ew hezkiriya xwe nabîne û rojekê ew ji lîseyê vedigere û di rêyê de bavê wê dibîne ku kîsekî reş di destê wî de ye û ji hal ketiye. Wê demê bêyî ku silavê li wî bide qala keça xwe dike. Jê re dibêje ku keça wî çûye çiyê û ew law pir ji çiyayan diheside ji ber ku pir ji keçikê hez dikir. Ji ber vê gava ku hezkiriyê keçikê bi xebera çûyîna keçikê dibihîse pir diêşe.

” Ewil ez ji çiyê hesidîm, dûre min riha xwirand, pişt re min cixareyek pêça, û paşê min di hundirê xwe de kêmaniya tiştekî hîs kir.”

Nivîskar bi vegotina karekterên xwe ev gerîlaya jin gelekî xweşik dike û pesnê wê dide, dixwaze bi her awayî û di her hevok û bendê de xweşikbûna gerîlayên jin bişayisîne. Û bavê keçikê xweşikî û bedewiya keçikê wiha dişayisîne.

“Ji wê rojê û pê ve ez bêkezeb mam. Napirse, nayê gotin. Ev, wek xwedayekî ku nemirtiya wî ji destê wî hatibe stendin… Ev, wek helbesta şaîrekî ku carekê hatibe bîrê û, bike û neke tu carî dîsa neyê… Nepirse, windakirina kezebê giran e, nayê gotin!

Jixwe min tu carî bawer nedikir ku ew qîza min be. Ma tiştekî ewqasî xweşik bi rastî jî dibû ku ya min bûya? Ma kengî tiştekî min î xweşik çêbibû ku îcar ew bedewî aydî min bûya? Ma ne ez xebatkarekî dera hanê bûm, şikestî bûm, di civakê de li nav şekalan qurnisî bûm?…”

Ji ber ku bavê keçikê xizan bû, nivîskar dewlemendî û rûmeta wî di bedewî û cesareta keça wî de dide xuyakirin. Lewra bavê keçikê li ser bedewiya keça xwe wiha dibêje.

Û bavê wê li qala serpêhatiya mirina keça xwe dike û dibêje ku wî dixwest piştî mirina wê rûyê wê yê bedew bibîne. Lê ji ber ku rûyê wê ji ber derbên giran bibû rûyekî din, bavê wê dema ku diçe Çiyayê Reşkê wê nabîne û bi tenê laşê wê dibîne. Û dibêje ku min kezeba xwe kire kîs û bi xwe re anî. Wê demê hezkiriyê keçikê ji bo ku bedewî û cesareta wê bişayisîne ev hevokê dibêje: “Wê çaxê min fêm kir ku min ji xwedawendeke bedewiyê hez kiriye û ew hemû nimêja ku min ji bo wê kiriye li wê xweş helal be.”

Di ev çîroka Rênas Jiyan de hemû aliyên xweşik yên jinan hatiye şayisandin. Aliyê şoreşgerî, aliyê bedewiyê, aliyê rûmetê, aliyê berxwedanê, aliyê cesaretê û hwd. Û nivîskar bi vegotin û peyvên ciwan ev bedewî raxistiye ber xwîneran.

Çavkanî:  Jiyan, R. (2019). Bîna petêxan ji hêsirên min tê. Enqere: Belkî.