Fîlm Festivala Navnetewî a Berlin ê 75 salê te li darxistin. Ji çar aliyê cîhanê malîvaniya bi sedan fîlman dike. Îsal jî wek salên borî 250 fîlm hat nîşandan. Zêdetir fîlmên xwedî mijarên cîvakî û pirsgirêkên nav malbatî derketin pêş. Ji van 19 fîlm jî ji bo xelata Hirça Zêrin di pişbirgêkê de ne.
Berlinale ji sala 1951î virve li baytexta Almanya Berlin ê te li darxistin. Ev festîval wek mîhrîcanên fîlman ê Cannes û Venedîg ê di cîhane de şahiya sînemayê dertê pêş.
Lê Berlînale zêdetir bi nasnameya xwe ya polîtîk tê naskirin. Ev nasname di nava salan de bi nîşandana fîlm û belgefîlmên bi vê rengê hatiye destxistin.
Îsal jî bi gişti 250 fîlm hatin nişandan, ji vanan 19 berhem ji bo xelata festîvalî a Hirça Zêrîn di pişbirkêdene.
Fîlmên Festîvala îsal de fîlmê polîtîk zêde cîh tunîn. Ev jî dibe mijara nexneyan. Bêtir fîlmên di pişbirkê de xwedî mijarên cîvakî û ê malbatîne.
Dîsa di beşa Forum ê de zedetir belgefîlm û fîlmên polîtîk hatin nîşandan. Panaroma û Berlinale Teybet de jî fîlmên xwedî mijarên jin, zarok û civakî hebun. Festîvala 13 ê Sibatê hat test pêkir, sibê êvarê bi belavkirina xelatan bi dawi bibe.
Îsal bi gişî 19 fîlm ji bo Hirça Zêrîn hatin nîşandan. Eleqeyek pie mezin hebu. Salonên sînemayan tijî derbas bû.
Şerê cı̂hana nû lı̇ hemberı̂ jı̇yana xwezayı̂
Berlinale, 13 Sîbatê de bi fîlmê dêrhenerê Çinî Huo Meng a bi nave “Living the Land” deriyê xwe vekir.
Dêrhenêr, di fîlmê xwe de balê diikişîne ser gûhertinên cîhanê.
“Living the Land”, salên 1990 î de li heremek welat jiyana gundewariyê nîşan dide.
Narkokîyên peşketinên teknolojiyê, guhertina jiyana gundewarî û cotkariyê bi awayek zelal mirov dikare bibîne.
Dêrhenêr Huo Meng bi hostatiyek mezin van norkokiyan nîşanê temaşevanan dide.
Pêşketinên teknolojîk, jiyana bajartî, mayîna di navbera herdu jiyana bingeha fîlme tijî dike. Felsefe, dîroka civakek û deriye cîhana nûde pêşketinên li pêş cîvakê ev şerê veşartî ê sîstema kaptalîst û dîroka kevneşopiya cîhana berê de ye.
Dêrhenêr bi zimanek zelal û eşkere mijarê nîşanê me dide, têkiliyê manewî çawa tên tunekirin.
Film bi eleqeyek mezin hat pêşwazikirin û ji aliyê rexnegiran ve hat ecibandin.
Tekoşı̂na parastina xwezayê
Dîsa fîlmê dêrhenerê Brezilî Gabriel Mascaro a bi nave “The Blue Trail” (Reya Şîn) berhemên di festivale heri dertê pêş e.
Fîlm bi heyecanek mezin hat pêşwazikirin. Hem di aliyê mijarê de hem jî di aliyê hunerî de gelek serkeftiye.
Ji ber ve jî ji terefê gelek rexnegiran de bi dengek bilind ji bo Hirça Zêrîn favori tê nîşandan.
Lê diîsa jî biryara vê di destê juriya festîvalê de ye.
Fîlm li Brezilya li daristanên Amazonan de derbas dibe.
Fîlm, aboriya neo-liberal, komkujiya xwezayê, tunekirina daristanaên Amazona, siyaseta desilatdariya mijarperest Jair Bolsonaro dike hedefa xwe û rexneyên tuj dike. Veya jî di şexsê jiyana jina 77 salî ya bi navê Tereza( Denise Weinberg) de digre dest.
Tereza, piştî vê emrê dev ji jiyana bajar û nava sanayiyê de ber dide û bere xwe dide nava kurahiya daristanên Amazon ê.
Li wir li dijî siyaset û polîtîkayên dewletê ê li hemberî gundî û niştecîhê heremê tekoşînê dide meşandin.
Demek şunve ev tekoşin dibe armanca xeyalen wê. Her çixas fîlm lî daristanên Amazonan derbas bibe jî ev mijar di roja me de jî mijara hemû cîhanê ye, parastina av, xweza, daristanan erka me hemûyane.
Dêrhenêr bi reya vê fîlmê balê dikîşîne ser teknolojiyê, polîtîkayên neo-liberal û tunekirina xwezayê.
Di fîlmê de peyamên girîng tên dayîn. Ji bo wê jî fîlm bi her awayê gelek serkeftiye. Lîstîkvaniyek heja, bi kar anînan dîmen û hunandina çîrokê fîlmê 86 deqîqe mirova ji xwe re heyran dihêle.
Lîstîkvana bi navê Tereza( Denise Weinberg) ji bi rastî jî performansek serkeftî nîşan dayê.
Ji ber vê serkeftinan nihava ber endama xelata lîstîkvaniya jin a herî baş tê ditîn.
Tekoşı̂na dayıikek
Navena fîlmê “Mothers Baby” jî mirov e. Dêrhenerê Avusturyayî pirsgirêka di nava nexwaşxenayan û tendurustyê tîne ser perdeya spî.
Berhem yek jî fîlmên serkefti ê festîvalê ye.
Tekoşîna dayîkek li hemberi skandalên di nava tendurustiyê de bi çîrokek serkeftî hatiye hunandin.
Listikvanan Marie Leuenberger (Julia) ji bi lîstîka xwe fîlm xeşiktir dike.
The Message ( Peyam ) jî filmek mîstîk û balkeşe. Ev fîlmê reş û spî mirova derdixe rêwîtiya dîrokê.
Film li çol u deşte Arjantinaye de derbas dibe. Derhener İvan Fund, bi rasti ji mora xwe li berhemek serkefti xistiye.
Mirov dema filme tekeşa dike raste reng u xeten sinemaya derhenere navdar Béla Tarr, te.
Fîlm li ser jiyana zaroka bi navê Anika pêş dikeve.
Anika xwedî hêza xwezayî ye. Ew bi heywanan re diaxive û nexwaşiyên wan sax dike. Anikla bi malbata xwe re xwedî jiyanek bi bi rengê ye.
Di karavan (mal) de dijin gund û çolan digerin heywanên nexwaş sax dikin û bi vê rengê debara jiyana xwe dikin. Hezkirin, têkilî, hevkarî nirxên bingeha jiyana wan in.
Rêwitiya wan ber bi bajar diçe. Dayîka Anika nexwaşe. Nexwaşxeneya Psikiyatrî de tê dermankirin. Hemû helwdana Aika ji bo wê ye.
Filmek soft, hestarî û aram e. Di dawiyê de dema perde tê girtin, temek sînemadik di hestê mirova de dihele.
Dengê xweza yê têkiliyê mirovan
Fîlmê bi navê “Yunan” ji li Almanya yê derbas dibe. Mijara penaberiyê û jiyana xerîbiyê digre dest.
Fîlm beşek ji jiyana nivîskar û dêrhêner Ameer Fakher Eldine, hatiye vergirtin. Lîstîkvanê fîlmê Munir (Georges Khabbaz) penaberek Surî ye û li Hamburgê dijî.
Ji ber jiyana wi ya li girên Golan ê, di nava travmayên giran de ye.
Diyalogên wî û dayîka wî jiyana zarokatiyê li ser wî tiştên ne baş dihele.
Munir, dixwaze jiyana xwe bi dawî bike. Ji bo wê jî berê xwe dide girava bi navê Hallig Langeneß e. Ew di xwaze li vir xwe bi kuje.
Li vê giravê 100 kes dijin. Lê Munir, li vir rastê pîre jinek Alman tê di navbera wan de têkileyek dostane û pir xweşik destpêdike. Ev hewldan wî nuve dizivîrîne jiyanê.
Li vê giravê rojên xweşik ê zarokatiya wi tên bira wî. Dengê heyvanan û xwezayê û dostaniya însanan Munir. nuve dest bi jiyanê dike.
Dêrhenêr bi vê fîlmê balê dikişîne ser heza xwezaye û têkiliya mirovatiyê…
Jiyana dı̇ nava şer de
Fîlmê, ”Timestamp” jî balê dikîşîne ser şerê Rusya û Ukranya yê. Fîlm, piştî şerê Ukranya yê mijara çuyîna xwendevanan a dibistanê tîne ser perdeya spî. Ev fîlma documanterî, dîmenên xwezayî û rastîn pêk tê.
Dêrhenêr Katerina Gornostai, jiyana berê şer û piştî şer tîne ber hevdu. Mirovên sivîl çawa di nava şer de de jiyana xwe berdewam dikin kişandiye kamera yê.
Ji ber we fîlmek xwezayî ye. Mirin, talan û malwêraniya şer û psîklojiya însanan nîşanî me dide. Di aliyê din de ji berxwedanan însana û hezkirina jiyanê jî mirov di fîlmê de dikare bibîne.
Ev fîlmê balkeş hewcedariya dîtinê ye.
Gelo dî darbeya 12 Îlonê de kurd nehatin kuştın?
Ji bilî fîlmê pîşbirkê de li Berlinale de beşa Forum ê de jî fîlmê gelek balkeş hatin nîşandan.
Belgefîlmê dêrhenera Belçikî a Nathalie Borgers behsa 12 ê Îlona sala 1982 an a darbeya Tirkiyê dike.
Belgefîlm, êrişa ser xzendevan Abidin Ertugrul destpedike û behsa dîroka 45 saliya siyaseta Tirkiye dike.
Îşkence û ledanên zindana Mamak ê, zextên li ser civaka Turkiyê, guhertina polîtîkayên aborî, kirinên rejîma AKP ê jî di belgefîlmê de tên destgirtin.
Lê dêrhenêr Borgers di fîlmê xwe ya 90 deqîqe de ti behsa Kurdan nake û kirinû zîndana Amed ê nabîne.
Ji bili girtiyên doza Dev-Yol tî behsa rexistinek din nayekirin.
Ev ji ji terefê temaşevanan ve hat rexnekirin.
75e min Berlinale sibê êvarê (23.02.2025) bi belavkirina xelatan êwê bi dawî bibe. Em binêrin juriya isal a di bin serokatiya Todd Hayne de biryarek çawa bide.