24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hestên li ser rêya pîroz

Helbestvanê Kurd Hejar  Mukriyanî di 22yê Sibata 1990î de ji nav me koç dike. Bi minasebeta salvegera koça dawî ya Hejar Mukriyanî em jî wî bi bîr tînîn û bi bîr dixin. Mamosta Hejar xwe wekî evîndarekî Kurdistanê dide naskirin û dibêje; “ Min di rêya azadiya Kurdistanê de  tu carî hizra mal û zar, jin,  kes û karan nekir û ez li çi tiştan netirsiyam.”

Dema em berê xwe didin jiyanê em dibînin ku jiyana me liser cerebe û tecrubeyan teşegirtiye. A rast em mirov li ser mîrateya pêşiyên xwe jiyanekê didomînin. Ji cerebe, serborî û tecrubeyên wan, têkoşîn û bermahiyên ku li pêy xwe hiştine nêrîn û derfetên jiyana me ya îroyîn hêsantir kirine. Bêguman jiyan ne hêsan e û ji bo jiyanê berxwedanek heye. Li aliyekî şert û mercên xwezayê, li aliyê din jî mirovên desthilatparêz jiyana bi ehlaqî ya mirovahiyê zehmet kirine. Lê em vê jî dibînin ku li dijî jiyana zehmet her tim têkoşîn û berxwedanek pêş ketiye.

Di her qada jiyanê de kesayetên ku di nava civakê de derketine pêş, pêşengî kirine yan jî bi nêrînên xwe rênîşandane hene.  Di şerê gelan ên li dijî desthilatdaran de berxwedan û lehengiyên mezin pêş ketine û dikevin. Yek ji gelê ku bi berxwedêrî û têkoşeriya xwe dîrok û destan nivîsiye jî gelê kurd e. Di dîroka gelê kurd de ligel têkoşîna azadiyê, rewşenbîrî jî pêşketiye. Di têkoşîna azadiya kurd de bi sedan rewşenbîrên ku cihê xwe tê de girtiye heye. Ev rewşenbîrana hem bi pênûsên xwe têkoşiyane civaka kurd der barê zordariya li ser agahdar û serwext kirine hem jî ligel têkoşeran ji bo azadiya gelê xwe şer kirine.  Lewre tiştê ku ji wan dihat xwestin ev bû. Ji derve yî wê tu rê nebû û ji têkoşîna ku didan jî gav şûnde nediavêtin.

Dema mirov li dîrokê dinêre, baş tê dîtin ku di warê parastina civakê, parastina çand û hunerê û parastina ziman de  rewşenbîrên kurd riseke girîng lîstine. Yek ji van rewşenbîrên kurd jî helbestvanê kurd Hejar e ku di navbera salên 1920 û 1990î de jiyaye. Hêjar ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyaye û gelek pirtûk nivîsandiye. Bi minaseta salvegera koça dawî ya Hêjar Mukriyanî em bi rêzdarî wî bi bîr tînîn û bi vê nivîsê dixwazin bi bîr bixin.

Mamosta Hejar navê wî yê rastî Ebdurehman Şerefkendî ye. Di heman demê de wekî Hejarê Mukriyanî jî tê nasîn. Hejar di sala 1920an de li bajarê Mehabadê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik dibe. Hêjar li gundê derdora Mehabadê û Bukanê perwerdeya olî dibîne. Hejar, hêj icaze yanî destûra dayîna ilmê wernegirtibû ku bavê wî jiyana xwe ji dest dide. Hêja mecbûr dibe ku dev ji xandinê berde û xwişk û birayên xwe xwedî bike. Hêjar ku hêj di temenê xwe yê 17 salî de ye berpirsyariya malbatî dikeve sitûyê wî. Hêjar di nav jar û belengaziyê de mezin dibe. Li Mehabadê dizevice lê hevsera wî ji ber nexweşiya tîfoyê jiyana xwe ji dest dide.

Armanca wî berjewendiyên gel bû

Mamosta Hejar xwe wekî evîndarekî Kurdistanê dide naskirin û dibêje; “ Min di rêya azadiya Kurdistanê de  tu carî hizra mal û zarû, jin û kesûkaran nekir û ez li çitiştan netirsiyam.” Hejar der barê naskirina nivîkarên nadarên kurd û  fêrbûna xwe ya bi zimanê kurdî de jî ev tişatan tîne ziman: “Bavê min hez nedikir ku ji derveyî dersê olî tiştekî din bixwînim. Şevekê bi tirsetirs min ji bavê xwe pirsî; bavo ez tiştekî ji te bipirsim tu yê aciz nebe?  Got ‘na’ wê gavê min pirtûka xwe ji paxila xwe derxist û min pirsa helbestê lê kir. Gelekî bi min keniya û piştre ev pirtûk ji bo min xwend. Ji min re got ‘heke tu dixwaze van pirtûkan bixîne ligel min wer.’  Em çûn hewşa malê. Bavê min hindikî erd kola sindoqeke derxist di hindirê sindoqê de jî hembêzek pirtûk derxistin. Di nav pirtûkên ku derxistin de dîwanên Nalî, Mehvî, Kurdî, Herîq, Şêx Riza û gelik helbestvanên din jî têde bûn. Ew pirtûkên ku bavê min derxistin min hemû jî xwendin. Bavê min gelek ji wan pirtûkên helbestan jiber kiribû. Dema ku min ew pirtûk dixwendin kêmasiyên min sererst dikir. Piştî pirtûka ku me dixwend bavê min carek din ew dixist sindoqê dixist bin erdê. Hemû şevan karê me ev bû. Pê vê ez fêrî xandina kurdî bûm. Helbestên Hacî Qadirê Koyî û Melayê Cizîrî û hindek helbestên din yên netevî min ezber kirin.”

Navdariya Hejar

Mamoste Hejar bi derfetên xwe û bi evîndariya kurdewarî hînî nivîsandina kurdî dibe. Hejar bi ciwantiya xwe di temenê xwe yê 20 salî de dest bi nivîsandina helbestan dike. Hejar ji naskirina nivîskar û helbestvanên navdarê yên wekî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Vefayî, Hacî Qadirê Koyî û Xalemîn û helbestê wan bi bandor debe û dest bi nivîsandina helbestên kilasîk dike. Hejar di 24 saliya xwe de li Kurdistanê dibe xortekî navdar.

Rastî zextan tê

Nivîskar û helbestvanê navdar Hêjar evîneke mezin di dilê xwe de dihebîne û hestên bi nivîsandinê dide der.  Hêjar jiber hest û xebata xwe ya li ser Kurdistanê rastî zextan tê. Hejar jiber kurdewariya xwe û nivîsandina helbestên xwe di 24 saliya xwe de li bajêrê Seqizê yê rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve tê girtin û wî dixin zindanê. Hejar dema ku ji zinadanê derdikeve diçe Iraqê û başûrê Kurdistanê. Hejar li Başûr piştgiriyê dide têkoşîna Mela Mistefa Barzanî. Li vir jî jiber zextên rejîma Iraqê neçar dimîne ku derbasî Sûriye, Lubnan û Misrê bibe. Li piştî ku li Sûriyeyê bi cih dibe hevser û zarokên wî jî diçe cem wî.

Koça dawî

Helbestvanê kurd Hejar carek din vedigere başûrê Kuristanê û li gel Mele  Mistefa di nav têkoşîna gelê kurd de cihê xwe digire.  Piştî demekê carek din vedigere rojhilatê Kurdistanê û li barjarê Kerecê bi cih dibe. Hejar li vir karê xwe yê nivîsandinê berdewam dike. Êdî temenê Hêjar bandorê li ser tendirusî û jiyana wî dike. Ne mîna berê ye ku bi awayekî çalak tev bigere. Her roja ku derbas dibe ew jî ji hêz dikeve. Helbestvan û nivîskarê navdar Hejar di 22. 02. 1990î de diçe ser dilovaniya xwedê û li Mehabadê wi dispêrin axê.

Helbestvanê neteweyî Hejar di temenê xwe yê hertim ji bo kurdeweriyê têkoşîn deye de gelek berhemên giranbûha nivîsandiye û ji zimanên din werger kiriye. Hejar bi pênûsa xwe ya xurt li gel vergerê 24 pirûk jî nivîsand.

Yek ji helbesta Hejar Mukriyanî ya ku gelek tiştan vedibêje û rastiya mirovan radixe ber çavan ya bi navê Firmêsk û Mey e.

Firmêsk û Mey

Ew qas nehêjaye dinya,

xema wê bixwî

Bi emanetî hatiyî

Divê zû herî

jixwe, bi taybetî di rojên pîrî

Başe xwe bigrî li quncikê tarî?

Bi bêxemî bijî, bi bêxemî bimre

Xwe li quncikê tarî yê meyxanê bigre.

Bi mestî bimre, bi mestî rabe

Heta roja heşrê mestiyek besî te ye

Ey sofî bese êdî , hew rastiyê lixwe ke

Were cem min firekî vexwe

Ev der li gor wir weke mezra ye

ji dûvikê riha te çi jê dernayê

Ku li vir çawa bî, tê her wisa bî

Ger li vir rûxweş bî

Li wir jî tu yê rûxweş bî.

Di van hevokên helbestekê de gelek tişt hatine ziman, gelek hest bi wateyên giranbûha xwe dane der. Ev kurte helbest ji jiyan, serpêhatî, dîtin û hestên xemxurekî ku evîndarê civak û welatê xwe dide der.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê