Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Dûran Kalkan di bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haberê de rewş û geşedanên dawî yên li herêmê nirxand.
Dûran Kalkan qala hevdîtinên li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir û got: “Xuya dike ku Bahçelî ne xwedî hêzeke zêde ye, bandoreke wî heye lê di pratîkê de pêkanîn bi temamî di destê desthilata AKPê, rêveberiya Tayyîp Erdogan de ye. Em di eniya AKPê de tiştekî erênî nabînin. AKP şer tehrîk û provoke dike. Ziman, raman û kirinên wî êrîşkar in. Lêdide, dişkîne û digire. AKP bi rastî ne li pey çareseriya pirsgirêkeke wiha ye, li pey dîlgirtin, hilweşandin û tunekirinê ye.”
Dûran Kalkan da zanîn ku AKPê niha şerekî taybet li hemberî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û gelê kurd dide meşandin û wiha dewam kir: “AKP şerekî taybet ê psîkolojîk heta radeyekê pêş xistiye. Bi vî rengî dixwaze bandora Rêber Apo ya li ser civaka kurd, li raya giştî ya Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê li ser mirovahiyê qels bike. Ne ku em tengav bûne tiştekî wiha pêş dixin. Bi rastî ji ber ku me pêwîstî pê dît, me pêvajo bi pêş xist. Em guhertin û veguherîna demokratîk dixwazin. Yên ku difikirin wê kurdan bixapînin, ew şaş in. Di vê çerçoveyê de divê ku rewşa eniya desthilatdar bi baldarî di ber çavan de bê derbaskirin.”
Dûral Kalkan ji bo armanca Dewleta Tirk a berdewamkirina şer de jî got: “Desthilatdarî bi vê şerê re dixwaze emrê xwe hinek din jî dirêj bike, lê wê hilweşîna wê bibe hilweşîna Tirkiyeyê jî, ber bi wê derê ve dibe, kir nava karesatê û rewşa bi karesat dewam dike.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Dûran Kalkan di nava axaftina xwe de îşaret bi berxwedaniya li bendava Tişrînê tê kirin jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Belê ez di destpêkê de di şexsê Egîd Roj, Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Azîz Koyluoglû hemû şehîdên Çapemeniya Azad bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Bêguman hedefgirtina rojnamegeran sûcekî şer e sûcekî dermirovî ye. Dewleta Tirk ji dengê heqîqetê ditirse ji ber vê yekî rojnamegeran dike hedef.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Dûran Kalkan di dawiya axaftina xwe de konferansa gelan wiha got: “Konferansa Gelan ya di 26emîn salvegera 15ê Sibatê de, di 14-16ê Sibatê de hate lidarxistin ji Komploya 15ê Sibatê re bû bersivek. Ew jî parçeyek girîng ê têkoşîna li dijî komployê bû. Me jî wiha girt dest, wiha temaşe kir, em bawer dikin ku wiha jî bû.”