24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sezaî Temellî: Zexta herî giran li ser zimanê kurdî ye

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman ku zexta herî giran li ser zimanê kurdî ye û got: “Zimanê dayikê maf e, nabe nîqaş li serê bê kirin.”

Serokwekîlê Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û bûyerên di rojevê de ne nirxand.

Temellî bi wesîleya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişand ser zimanên ku di bin zextan de ne û anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek ziman bi tunebûnê re rû bi rû man e. Temellî wiha got: “Zexta herî giran li ser zimanê kurdî ye. Ji bilî kurdî nêzîkatiya dewletê li hemberî zimanê din, kêm jî be erênî ye.”

Sezaî Temellî diyar kir ku derfetên bikaranîna kurdî her roj hîn bêhtir têne kêmkirin, şano têne qedexekirin, xizmeta kurdî ya şaredariyan têne qedexekirin, mafê darizandinê yê kurdî tê desteserkirin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê jixwe qet nîn e.

Sezaî Temellî destnîşan kir ku li Meclisa Tirkiyeyê hîn jî silaveke kurt a bi kurdî qedexe ye û got: “Li vî welatî 25 milyon mirovên me yên kurd hene. Bi zimanê xwe yê dayikê silavek jî be, gotinek jî be divê em karibin li ser kursiyê Meclisê bînin ziman, lê mixabin qedexe û asteng dikin. Em qedexekirina vê yekê qebûl nakin. Zimanê dayikê maf e, nabe ku bibe mijara nîqaşê û qedexekirinê.”