Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan piştî civîna koma partiya xwe ya heftane ya li Meclîsê bersiv da pirsên rojnamegeran.
Ji bo pirsa, gelo wê banga ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tê hêvîkirin kengî bê kirin, Tuncer Bakirhan got: “Hevdîtin welê bi hêsanî nabin. Ji rêxistina xwe, saziyên cuda re, dostan re, PDKê re, YNKê re… Bi rastî jî heyet karekî gelekî mezin dike. Piştî ku vegeriya em ê hevdîtinan binirxînin. Ji bo heyet di dema herî kurt de biçe çi ji destê me bê em ê bikin. Em hêvî dikin û li bendê ne; di dema herî kurt de bang bê kirin.”
Têkildarî pirsa ku bang wê meha sibatê bê kirin an na, Tuncer Bakirhan got: “Ji bo me rewşeke xumamî nîne. Eger Wezîrê Edaletê vî karî hinekî bi lez bike, bi ihtimaleke mezin Birêz Ocalan jî wê amadekariya xwe piştî ragihandina hevdîtinê bi dawî bike û daxuyaniyê bide. Heyet dixwaze nêrînên ji hevdîtinan ragihîne. Beriya bangê yan jî piştî bangê, lê em dixwazin piştî hevdîtina heyetê bê kirin.”
Têkildarî îdîayên ku dibêjin bang wê ji bo ‘destberdana ji çekan be’ Tuncer Bakirhan got: “Min beriya niha gotibû ku wê bangeke sedsalî bê kirin. Li gorî me, dûrî gefa ewlekarî, tundî û terorê, wê nexşerêya jiyaneke wekhev a mirovên li vî welatî bê amadekirin. Çek aliyekî gelekî biçûk ê vê yekê ye, encam e. Esasê vî karî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Wê nexşerêya wê yekê aşkere bike ku pirsgirêka kurd ji ser zemîna tundiyê derbasî ser zemîna siyasî, hiqûqî bê kirin û çareseriya demokratîk pêk bîne.”