Şandeya Îmraliyê saet 10:00an li Silêmaniyê bi Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî û Endama Mekteba Siyasî ya YNKê Şanaz Îbrahîm Ehmed re civiyan.
Piştî hevdîtinê Ofîsa Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, li Debaşanê pêşwazî li şandeya Îmraliyê ya bi serokatiya Pervîn Buldan û Sirrî Sureyya Onder kiriye.
Di heman daxuyaniyê de hate gotin; “Di hevdîtinê de ku Endamê Polîtburoyê Qubad Talebanî amade bû, şandeya Îmraliyê silav û rêzên birêz Abdullah Ocalan gihandin Serok Bafil Celal Talebanî û biryar, siyaset, bijardeyên xwe der barê bûyerên siyasî yên navçeyê, pirsa aştiyê li Tirkiyeyê û gotûbêjên xwe bi birêz Ocalan re anîn ziman. Serok Bafil jî bi germî pêşwazî li şandeyê kir, herwiha nêrîna xwe û stratejiya YNKê ya der barê qonaxa nû ya aştiyê ya li Tirkiyeyê bi zelalî anî ziman û diyar kir ku piştgîrî û piştevaniya hemû destpêşxeriyan dikin da ku gelê me li Tirkiyeyê mafên xwe biparêze û weke YNK jî wê hevkariya serxistina vê hewldana dîrokî bikin ku Serok Mam Celal di sala 1993yan de bingeha wê danîbû.”
Di heman daxuyaniya Ofîsa Serokê YNKê de wiha tê gotin: “Di hevdîtinê de Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê da zanîn, heta pirsa kurd çareser nebe, aştî û aramiya tevahî li navçeyê bicih nabe û wek berê jî me aniye ziman, pirsa kurd bi çek û şer çareser nabe û encaman bi dest nayîne. Ji ber ku tekane rêya çareseriyê gotûbêj û diyaloga rasteqîne ye. Em hêvî dikin, hemû alî bi taybetî û ji dil, ji bo serxistina vê derfeta dîrokî, li ser bingeha hevparî, wekhevî, hewldana aştî û aramiyê bidin. Serok Bafil Celal Talebanî destnîşan kir, baweriya wan bi xweşk û biratî û jiyana hevpar a aştiyane heye, tu car jî nabîn gef li ser welatên cîran û dixwazin bi aştî û xweşk û biratî bijîn. Em ê îro destpêşxer bin da ku zimanê diyalogê serwer be û em ê destê xweşk û biratiyê dirêj bikin, em hêvî dikin niyetek cidî ji bo xweşk û biratiya tirk û kurdan û serxistina vê hewldana nîştimanî hebe.”