24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed

Li gorî agahiyan şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re, serdana Şanaz Ehmed Îbrahîm kiriye.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28ê kanûna 2024 û 22yê çileya 2025an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî serdanên xwe didomîne.

Di heman çarçoveya bernameya şandeyê ya serdanan de, şande di saet 100:00an de li Debaşan ya Silêmaniyê bi serokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re civiya.

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re, serdana Endama Mekteb Siyasî ya YNKê Şanaz Îbrahîm Ehmed kiriye.

Tê gotin hevdîtina şandeyê ya bi Endama Mekteb Siyasî ya YNKê Şanaz Îbrahîm Ehmed re jî destpê kiriye.