24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Stenbolê 52 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de endamên EMEP, SYKP, HDK, ESP, DBP, Partiya Çep a Kesk û 2 rojnameger jî di nav de herî kêm 52 kes hatin binçavkirin.

Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de endamên Kongreya Demokratîk (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partiya Çep a Kesk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku opersayon li dijî HDKê hatiye kirin û di çarçoveya lêpirsînê de li 10 bajaran ji bo 60 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayin û heta niha 52 kes hatin binçavkirin.

Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Aynûr Cengîz, Melîh Kayhan Pala û Esengul Demîr ên HDKî; Nacî Donmez ê ji Partiya Çep a Kesk; ji EMEPê Sema Barbaros, Mûstafa Mayda, Mehmet Turp; ji ESPê Semiha Şahîn; ji DBPê Atîlla Ozdogan, Erkîn Barin Goyluler; ji SYKPê Halît Elçî, Mehmet Saltoglû, Ahmet Saymadi; rojnameger Yildiz Tar, Ercument Akdenîz, Elîf Akgul û wênesaz Taner Guven û hunermend Pinar Aydinlar .

Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan bertek nîşanî binçavkirin da û got kul serokê wan ê Stenbolê, serokê navçeya Gungorenê, rêveber û endamên wan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin û got: “Em vê bêhiqûqiyê û helwesta keyfî şermezar dikin. Dê îktîdara yekzilamî ku dixwaze Tirkiyeyê veguherîn girtîgehê negihije armancên xwe. Em ê teslîmî vê zîhniyetê nebin û têkoşîna me dê bidome.”