24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ma dora lêdana Îranê hat?

Ahmet Aktaş

Dibe ku Trump jî, wan gerên Receb Erdogan ên başûrê Asyayê, weke karekî ji projeya xwe ya dorpêçkirina Îranê dabe ser milê wî. Herwiha bi giranî karê têkiliyên bi Ehmed Şara jî spartiye wî.

Li gor medya û çapemeniya DYAyê û Israîlê,  amadekariyên xwe yên ji bo lêdana Îranê dikin! Rojnameyek navdar ya DYAyê WSJê gotiye; “Israil, li Îranê dixe, wê li avahiyên wan ên nuklerî bixe”.

Herwiha Washington Post jî, bi heman naverokê gotiye, “amedakariyên êrîşa dîrokî ya ser Îranê tên kirin”

Di heman demê de Îran jî gihiştiye wê qenaetê ku Israil, bi alîkariye DYAyê êrîşî wan dike. Mînak, Pezeşkiyan dibêje; “DYA, dixwaze Îranê bike Xezaya duyemîn!”

Jixwe Trump, her ji mêjve dibêje û niha jî dîsa dubare dike û di vê der barê de biryar jî îmze kir ku wê, dijberiya Îranê, derxe radeya herî bilind. Ev, tê wateya ku di hevdîtin û bi hevre rûniştinên dirêj de ên li gel Netanyahû, ji bo êrîşa ser Îranê bi berfirehî guftûgo kirine û plansaziyek bi rêkûpêk jî amade kirine.

Hema li gel vê hewldanê, biryara Wezîrê Xezînê yê DYAyê, ya ku ceza danîne ser gelek kesan û şîrketan ên petrolê ji Îranê dikişîne Çîn, balkêş e û yek ji nîşana amadekariyên êrîşên giran ên ser Îranê ye.

Lihevhatinên nû yên DYAyê û Rûsyayê, piştî hilweşandina rejîma Sûriyeyê, ber bi geşbûnê ve diçe. Trump û Putin, saet û nîvekê bi telefonê axivîne. Li xwe mukûr tên û dibêjin, li ser rewşa  Sûriyeya nû û Ukraynayê  em axivîne û li ser “eqlê hevpar” me lihev kiriye, lê gûman xurt heye ku bi taybetî li ser Îranê û Çînê jî axivîbin. Jixwe, demek nêz wê li Siûdiyê rû bi rû hevdu bibînin.

Tê zanîn li ser mijara Sûriyeyê Îran, pir nerihet bûbû ji hilwesta Rûsayayê û lewma Îran, niha bêhtir xwe nêzî Çînê dike, ev helwest jî DYAyê, hîn pirtir hêrs dike li dijî Îranê.

Di van bûyerên dawî de û bi taybetî bi hatina nû ya Trump re, destê Rûsyayê û hêza Israîlê xurtir bûye. Bêgûman Tirkiye ji van geşadanan û encamên van bûyeran gelek nerihet e û lewma Receb Erdogan bê rawestan hem li hundur û hem li derve ketiye nava hewldanên lezgîn.

Ji aliyekî ve ji bo xwe bi Trump bide razîkirin û pejirandin, ji aliyê din ve û bi vêya ve girêdayî ji bo temenê desthilatiya xwe dirêj bike bi lez baz dide her çaraliyê cîhanê!

Wezîrê xwe yê derve Hakan Fidan, ji aliyekî ve xistiye rêya dîplomatîk a Ewropa û Afrîkayê, ji aliyê din ve ew bixwe derketiye geryana dewletên Asya Başûr.

Bi rêzê çû Melezyayê, Endonezyayê û dawiyê derbasî Pakistanê bû.

Ji bo raya giştî û Tirikiyeyê bi xapîne, nexasim Trump razî bike, mîna ajala bukalemûnê xwe dixe hemû rengan; li hinek welatan rengê îslamî û xêrxwaziyê, li hinekan  rengê tirkîtiyê dide xebitandin.

Vê carê li Pakistanê, şêwazek hîn sosret bi kar anî; 2 teksiyê TOGG, yek da serokwezîr Şahbaz Şerîf, ya duda jî da serokkomar Asif Elî Zerdarî.

Gel, li Tirikiyê ji bo xwarinê encex karibe nanê tisî peyda bike, jixwe li Kurdistanê tiştekî nade gel, nan û ava ku heye jî bombebaran dike, xera dike, belê Receb diçe texsiyên bi milyonan yadigarî serokên dewleta Pakistanê dike! De fermo li Reis temaşe bikin û biryara xwe bidin!

Encam: Piştî ewqas têkilî, biryar û hevdîtinên diplomasiyê, herwiha piştî amadekariyên li gel Netanyahu, Trump karê diplomasiyê berfirehtir dike li Rojhilata Navîn.

Bêgûman armanca sereke jî êrîşa ser Îranê ye û pêşengiya projeya Îranê û Rojhilata Navîn daye Netanyahû, mixabin(!) Receb ji vê xenîmetê bêpar maye!

Li pey hev Kralê Urdunê Ebdullah, serokwezîrê Hindistanê Modî û hwd.çûn Koşka Spî bi Trump re rûniştin.

Wisa diyar e Sîsî û rêveberên dewletên din jî, di rêzê de ne ji bo biçin ba Trump. Lê hîn Receb Erdogan vize negirtiye û lewma neketiye rêza hevdîtina Trump!

Lê rewşa wî ya hundur her roj xerabtir dibe. Saziya herî mezin a dewlemendên Tirkiyeyê TUSIAD, li dijî wî ‘şûr kişand’ û hilwestek pir dijwar nîşan da, dibêje: “REJÎM HILWEŞIYA YE”! Ev nûçeyek ne xêrê re ye ji bo Receb Erdogan!

Pêvajo, ji xeteran pirtir derfetan diafirîne, ji bo doza Kurdistanê!