Kurdish Monitoring (Platforma Çavdêrî û Rapornivîsînê ya Mafê Bikaranîna Zimanê Kurdî) derbarê binpêkirinên mafê bikaranîna zimanê kurdî yên di sala 2024an de raporeke berfireh weşand.
Li gorî raporê, li Tirkiyeyê 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hat binpêkirin. Kurdish Monitoring ev binpêkirin di bin sernavên qada civakî, çand û huner, medya û girtîgehan de kom kirine. Kurdish Monitoring, diyar kiriye ku 109 bûyerên binpêkirinê beşeke ji binpêkirinan e ku jê zêdetir di jiyana rojane de pêk tên lê rengî fermî nayên tomarkirin an jî di çapemeniyê de nayên belavkirin.
Li gorî rapora navborî, herî zêde li qada civakî kurdî hat qedexekirin û astengkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku li parlamentoya Tirkiyeyê dengê parlamenterên bi kurdî diaxivîn hat birîn, li şaredariyan tabelayên bi kurdî hatin daxistin, îşaretên trafîkê yên bi kurdî ji ser cadeyan jê hatin birin, li dibistan û nexweşxaneyan daxwaza xizmetguzarî û perwerdeya bi kurdî nehate pejirandin, kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin girtin. Di vê beşa binpêkirinan de 153 bûyer pêk hatine.
Çand û Huner
Gelek konser hatin qedexekirin û sansur pêk hat. Raporê diyar kiriye ku 27 bûyer di beşa çand û hunerê de pêk hatine. Walîtiyan bêyî ku hincetekê nîşan bidin şano û konserên kurdî qedexe kirin. Bi taybet şanoya bi navê ‘Qral û Travîs’ li çar bajaran hat qedexekirin, stranbêj Helîm Arslan û Azad Bedran hatin binçavkirin. Herwiha hesabên medyaya dijîtal yên stranbêj Rotînda hatin girtin. Li gel van tiştan konserên gelek hunermendan di nava salê de hatin qedexekirin.
Li girtîgehan gelek caran mafê bikaranîna kurdî hat binpêkirin
Kurdish Monitoringê bal kişandiye ser binpêkirinên li girtîgehan jî pêk tên û 18 bûyer tomar kiriye. Li gorî raporê girtiyên ku bi zimanê dayikê xwestine peywendiyê bi malbatên xwe re deynin hatin astengkirin, kesên stranên kurdî stran hatin cezakirin û dest danîn ser pirtûkên bi kurdî. Herwiha ji bo pirtûk û nameyên bi kurdî daxwaza pereyê wergeriyê ji girtiyan hat kirin. Girtî nikarin rojname û kovarên bi kurdî bi dest bixin.
Medya: Azadiya çapemeniyê û sansûra dijîtal
Di qada medyayê de 11 bûyerên binpêkirinê hatin tespîtkirin. Rojname û ajansên weşana xwe bi kurdî dikin hatin astengkirin, Rojnameya Xwebûn, JinNews û Ajansa Mezopotamya bûn hedef. Li gel vî tiştî 120 pirtûk, kovar û rojnameyên bi kurdî an jî der barê kurdan de hatin qedexekirin. Platforma Xê jî gelek caran hesabên van saziyên medyayê yên bi kurdî weşanê dikin, asteng kirin.
Derbarê Kurdish Monitoringê
Kurdish Monitoring (Platforma Çavdêrî û Rapornivîsînê ya Mafê Bikaranîna Zimanê Kurdî), platformeke serbixwe ya çavdêrî û rapornivîsînê ye ku binpêkirinên li Tirkiyeyê li dijî bikaranîna ziman û çanda kurdî pêk tên dişopîne. Kurdish Monitoringê di sala 2025an de dest bi karên xwe kiriye û dixwaze der barê mijarê de raya binpêkirinan tomar bike û vê yekê bi raya giştî ya navneteweyî re parve bike. Platform dixwaze van binpêkirinan bişopîne û wan bi rêk û pêk weke raporan biweşîne.
Berfirehiya raporê wiha ye: