24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kesên di protestoya qeyûm de hatin binçavkirin sewqî edliyeyê kirin

Rojnameger Bîlal Babat û Behçet Bayhan jî di nav de 22 kesên di çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.

Wezareta Karên Hundir a Dewleta Tirk li şûna Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal qeyûm tayîn kir. Li dijî tayînkirina qeyûm, li bajar çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin. Di êrîşa polîsan de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Bîlal Babat û rojnameger Behçet Bayhan jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin.

Binçavkirî, piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê sewqî Edliyeya Wanê hatin kirin.

Îfadeyên binçavkiriyan ên li dozgeriyê dest pê kirin.