23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hîlala Zêrîn dê ji bo 8ê Adarê berhemekê nû belav bike

Navenda Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a kantona Tebqayê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê klîbek nû ya bi navê “Jinên Sûriyeyî” amade dike.

Navenda Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Kantona Teqayê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê straneke nû bi navê “Jinên Sûriyeyî” amade dike. Armanca vê stranê nîşandana têkoşîna jinên Sûriyeyî bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşxistina hevgirtina jinan bi rêya huner û muzîkê ye.

Dîmenên kîlba “Jinên Sûriyeyî” li Kela Cebar a kantona Tebqayê hatine kişandin. Peyvên stranê yên helbestvan Emîr El Qewafî ne û awaz ya Xemîs Tume ye. Stran li Studyoya Serdem hatiye tomarkirin. 10 endamên koma govendê, 10 stranbêj û 8 defvan beşdarî xebatên amadekirina klîbê bûne.