23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Yilmaz Hûn: Kurdan li cîhanê xwe bi rêxistin kiriye

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn, têkildarî nakokiyên dewletê, tayînkirina qeyûman û têkoşîna kurdan axivî û got: “Siyaseta dewletê xetimî ye.  Lê kurdan xwe li cîhanê bi rêxistin kiriye. Mifteya çareseriyê di destê Birêz Abdullah Ocalan de ye.”

Li Tirkiyeyê di 31ê Adara 2024an de hilbijartina rêveberiyên herêmî pêk hat. Di vê hilbijartinê de CHPê ji sedî 37.8, akê ji sedî AKP 35.5 û DEM Partiyê ji sedî 5.7 deng girt. DEM Partiyê di hilbijartina 31ê Adarê de 78 şaredarî bi dest xist. Di nava van 78 şaredariyan de 3 jê Şaredariyên Bajarê Mezin bi giştî şaredariyên 10 bajaran bi dest xist. Lê piştî hilbijartina 31ê Adarê AKPê li dijî şaredariyên kurdan dîsa dest bi tayînkirina qeyûman kir.

Desthilata AKPê ewil di 2ê Hezîranê de hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ceza kirin û piştre di 3ê Hezîrana 2024an de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê kirin. Di 30ê cotmeha 2024an de qeyûm tayînî şaredariya Navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê ku di destê CHPê de ye kirin. Di 4ê Mijdara 2024an de ku salvegera operasyona qirkirina siyasî ya 4ê Mijdara 2016an bû, qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Bajarê Êlihê û Şaredariya navçeya Xelfetiyê kirin.

Di 22ê mijdara 2024an de qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê û tayînî Şaredariya Pilûr (Ovacik) a CHPê kirin. Di 29ê mijdara 2024an de qeyûm tayînî Şaredariya Miksê ya Wanê kirin. Di 13ê Çileya 2025an de qeyûm tayînî Şaredariya Navçeya Akdenîzê ya Akdenîza Mêrsînê kirin. Di 29ê çile de jî qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê kirin. Herî dawî di 11ê Sibatê de ceza li Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan, birîn û di 15ê Sibatê dejî qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin.

Balkêş e bi taybetî piştî Dewlet Bahçelî di şexsê dewletê de di 1ê cotmeha 2024an de destê xwe dirêjî Hevserok û parlamenterên DEM Partiyê kir û şûnde tayînkirina qeyûman, binçavkirin, girtin û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Di vê pêvajoya ku hêviyên gel ên ji bo aştî û çareseriyê pêş dikevin de tayînkirina qeyûman, binçavkirin û girtin, bertek û nerazibûnên gel zêde dike. Têkildarî tayînkirina qeyûm û nakokiyên dewletê Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn pirsên rojnameya me Xwebûnê bersivandin.

Mifteya çareseriyê di destê Abdullah Ocalan de ye

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn ewil bal kişand ser nakokiyên dewletê yên li dijî çareseriyê û helwesta wê ya li dijî gelê kurd û wiha got: “Bertekên dewletê yên îro girêdanên geşedanên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata NAvîn û cîhanê pêş dikevin. Tirkiye îro di siyaseta navxweyî, Rojava, Rojhilata Navîn de encam negirtiye. Tişta ku dixwest bi dest nexistiye. Tirkiye îro di siyaseta hundir û siyaseta Rojhilata Navîn de xetimî ye. Dewlet ji bo xwe ji vê xetimandinê derxe li çareyekê digere. Xetimandina ku îro Tirkiye têde asê mayî jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Mifteya çareseriya pirsgirêka kurd jî li Îmraliyê di destê Birêz Abdullah Ocalan de ye. Dewlet vê yekê jî dibîne. Dewlet îro di aliyê siyasî (siyaseta hundir û derve), leşkerî, aborî û hemû aliyan de xetimî ye. Her ku diçe di nava Rojhilata Navîn de tenê dimîne û îzole dibe.”

Dewlet dixwaze destkeftiyên kurdan têxe kontrola xwe

Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hûn bal kişand ser rêxistin û têkoşîna gelê kurd û wiha axivî: “Li aliyê din gelê kurd jî xwe bi rêxistin dike. Li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê xwe bi rêxistin dike. Dewlet vê yekê jî dibîne. Lê dixwaze pergala ku gelê kurd ava dike, bi aliyê dewletê ve kaş bike. Dixwaze hemû rêxistin, saziyên kurdan û destkeftiyên kurdan têxe kontrola xwe. Ji ber vê yekê dewlet li gorî xwe li çareyekê digere. Dewlet ji ber nakokiyên xwe xetimî ye. Ji ber ku di nava dewletê de jî hevpariyek û yekîtiyek tune ye. Îro partiyên desthilat AKP û MHP ji hev pir cuda difikirin. Wisa xuya dike. Ji ber vê yekê nakokiyên dewletê pir in.”

Gelê kurd xwe li cîhanê bi rêxstin kiriye

Yilmaz Hûn destnîşan kir ku gelê kurd di aliyê siyasî û civakî de xwe bi rêxistin kiriye û çareseriyê nîşan dide û wiha pêde çû: “Gelê kurd navnîşana çareseriyê nîşan dide. Diyar dike ku çareserî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e. Em dibînin ku fikrek dewletê ya hevpar a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tune ye. Dewlet ji bo çareseriyê wekî hev nafikirin. Di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de aloziyek mezin heye. Ji ber van nakokiyan li aliyekî şerê gelê kurd dimeşîne li aliyê din dest dirêj dike. Lê kurd îro hatine asta azadiyê û xwe li cîhanê bi rexistin kirine. Yekîtiya xwe û tifa xwe mezin dike. Tirkiye jî her ku diçe li cîhanê û Rojhilata Navîn biçûk dibe. Ji ber ku dewleta tirk nikare xwe ji vê qeyranê derxe, êrîşî kesên têkoşîna demokrasî û wekheviyê dimeşînin dike.”

Yilmaz Hûn li ser israra qeyûm û polîetîkayên qeyûman jî rawestiya û wiha axivî: “Li Kurdistanê nêzî 10 sal in pratîka qeyûm heye. Dema mirov li kirinên qeyûm dinere tenê ne aliyê aborî û diziyê ye. Tenê aliyê siyasî jî nîne. Bi rêya qeyûm hemû destkeftiyên kurdan, destkeftiyên jin, ciwan, çand, huner, ziman û hemû qadên civakê de desteser dike.”

Talana mezin li ser çanda gelê kurd e

Kurd di aliyê nasname, çand, ziman û civakî de xwe bi rêxistin dikin û xwe pêş dixin. Kurd di dîrokê de di aliyê çand û ziman de bi felsefeya Ahmetê Xanê xwe perwerde dikin. Ziman û çanda xwe pêş dixin. Qeyûm êrîşa li ser hemû aliyê çandî, civakî, siyasî û rêxistinî ye. Tenê talana li ser aboriyê nîne. Talana mezin li ser çanda gelê kurd e.  Talana mezin li ser destkeftiyên jinan, siberoja ciwanan e.  Armanca esasî ew e ku kurd xwe bi rêxistin nekin. Naxwazin kurd xwe bi rêxistin bikin û xwe bi rêve bibin. Naxwazin kurd nasnameya xwe biparêzin. Li aliyekî talan û wêran dikin, li aliyê din ji bo kurd xwe bi rêxistin neke hemû êrîşan dikin.”

Êrîş li dijî hemû gelan e

Yilmaz Hûn li ser rewşa rêxistinî ya hêzên muxalif a li dijî polîtîkayên dewletê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Ev êrîşên ku îro pêk tên, tenê li ser gelê kurd pêk nayê. Îro li Rojhilata Navîn çiqas nasname, bawerî û rengên cuda hebe, li ser hemû yan pêk tê. Êrîş li ser hemû gelan e. Li Kurdistanê qeyûman tayîn dikin. Lê bi van qeyûman Tirkiye demokratîk nabe. Êrîşa li ser gelê kurd û tayînkirina qeyûm a li bajarên kurdan bandorê li ser gelê tirk û Tirkiyeyê jî dike. Bi van qeyûm û êrîşan siberoja gelê Tirkiyeyê jî dixetimîne. Divê li Tirkiyeyê hemû kesên welatparêz, demokratîk, rewşenbîr, kesên civakê nas dikin û dikarin cîhanê analîz bikin, divê bertekên xwe yên li dijî van nakokî û êrîşan bînin ziman.”

Divê hêzên muxalif jî xwe bi rêxistin bikin

Yilmaz Hûn herî dawî bal kişand ser nêzîkatiya hêzên muxalif û demokratîk û ev tişt got: “Divê ew jî xwe bi rêxistin bikin û bi destê gelê kurd bigirin. Divê hemû beşên civakê û pêşengên civakê van êrîşan qebûl nekin. Tayînkirina qeyûman û şerê heyî ji bo her kesî ezmûneke mezin e. îro qeyûm tayînî Wanê dikin, dê sibê tayînî şaredariyên Stenbolê bikin. Divê hemû hêzên muxalif xwe bi rêxistin bikin. Bi destê gelê kurd bikin û van êrîş û tundiya li dijî vîna gelê kurd qebûl nekin. Ev ji bo her kesî ezmûneke mezin e. Tayînkirina qeyûm êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata navîn e. Di serî de divê hemû rêxistin, partîe û saziyên Kurdistanê bibin yek û bertekên xwe yên tund nîşan bidin. Divê li Tirkiyeyê jî çiqas rêxistinên muxalif û demokratîk, sendîka û saziyên demokratîk hene, divê bertek û nerazîbûnên xwe xwe nîşan bidin. Tayînkirina qeyûm êrîşa li ser hemû gelan e. Îro Wan, sibê Enqere û roja din jî Stenbol e.”