Serdanên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê du caran bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir ên li Herêma Federe ya Kurdistanê didoin. Şandeya Îmraliyê îro bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê dike. Hevdîtin, li ofîsa Nêçîrvan Barzanî dest pê kir.
Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç jî di hevdîtinan de cih digirin.
Şandeyê duh bi serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Şandeyê silavên Abdullah Ocalan ji Barzanî re got û peyamên têkildarî pêvajoyê pê re parve kir. Ofîsa Çapemeniyê ya Barzanî jî têkildarî hevdîtinê daxuyanî da û got ku Barzanî piştgiriyê dide pêvajoya nû ya li Tiriyeyê û amade ye ku tişta dikeve ser milê wî bike.