Di salên 1990î de di serî de Cengîz Altun, Musa Anter, Gurbetelî Ersoz, Çetîn Abayay, Hafiz Akdemîr, Huseyîn Denîz, Orhan Karaagar jî di nav de zêdetirî 50 rojnamegerên kurd bi destê JÎTEM û Hîzibî Kontra hatin kuştin. Aqubeta Nazim Babaoglu jî hêj ne diyar e. Rojnamegerên ku wê demê îşkence, kuştin, operasyonên leşkerî, valakirina gundan, şewitandina gundan ronî dikir û rastiya şer bi cîhanê re parve dikirin bi destê hêzên dewletê dihatin kuştin.
Niha jî bi hevkariya PDK, MÎT rojnameger bi SÎHAyan tên kuştin. Herî dawî li navçeya Ranya ya Silêmaniyê di 27ê çileya 2025an de Rojnameger Azîz Koyluoglu û di 15ê Sibatê de jî li Bendava Tişrînê Egît Roj şehît kirin. Di serdema DYPê de ewil Cengîz Altun di 24ê sibata 1992an de li Êlihê hat kuştin. Di heman salê de; di 8ê Hezîranê de Hafiz Akdemîr, di 30ê Tîrmehê de Cetîn Abayay, di 31ê Tîrmehê de Yahya Orhan, di 10ê Tebaxê de Huseyîn Denîz, di 20ê Îlonê de Musa Anter (Apê Mûsa), di 15ê kanûnê de Kemal Ekincî û di 31ê kanûnê de jî Lokman Gunduz kuştin. Di 1993an de 13 rojnameger, di 1994an de 4 rojnameger hatin kuştin. Di salên 95an heta 2006an kuştina rojnamegeran bê navber berdewam kir. Piştî 8 salan dîsa di 14ê cotmeha 2014an de bi kuştina Kadrî Bagdu dest pê kir û di 26ê sibata 2016an de bi kuştina Rohat Aktaş berdewam kir. Di 5 salên dawî de Dewleta Tirk 13 rojnamegerên kurd bi sûîqas SÎHAyan kuşt.
Herî dawî di 27ê Çile de li Silêmaniyê Rojnameger Azîz Koyluoglu bû bi SÎHAyan kuştin. Di 11 cotmeh 2019an de rojnamevan Vedat Erdemci û Dilovan Gever, di 13ê cotmeha 2019an de rojnameger Seed Ehmed, Mihemed Hisên Reşo, Zîzis Sînke di 19ê mijdara 2022an de Îsam Ebdullah, di 7ê cotmeha 2022an de Nagîhan Akarsel, di 23yê Tebaxa 2023an de Necmedîn Feysel El Hac Sînan, di 8ê tîrmeh 2024an de Mûrat Mîrza, di 23yê tebax 2024an de Gulistan Tara û Hêro Behaddîn, di 19ê kanûna 2024an de Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di êrîşên SÎHA de hatin kuştin. Heri dawî jî di 27ê çileya 2025an de Rojnameger Azîz Koyluoglgu û di 15ê Sibatê de jî Egît Roj bi SÎHAyê şêhîd kirin.
Ev dane nîşan didin ku di serdema Partiya Rêya Rast (DYP) ya Suleyman Demîrel û Tansû Çiller de kuştina rojnamegerên kurd ên li pey heqîqetê dest pê kiriye û îro di serdema AKPê de dîsa berdewam dike. Di dema Tançu Çiller de rojnamegerên kurd li bakurê Kurdistanê dihatin kuştin, lê niha AKPê sînorê Bakur derbas kiriye û bi SÎHAyan rojnamegeran li sînorê Başûr û Rojava şehîd dike. Ev jî nîşan dide ku navê partiyên desthilatê hatine guhertin, lê feraseta kuştin û înkarê berdewam dike.