23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrîne mirovan direvînin

Li Efrînê revandina mirovan zêde bûye. Ji 8ê Kanûna 2024anheta niha  zêdetirî 300 ciwanên kurd ên xwestin vegerin Efrînê revandin. Dîsa ji serê sala 2025an heta niha 29 welatî revandin.

Ji destpêka meha çile heta niha 29 kes hatine girtin û revandin. Ji 29 kesan 8 kes ji wan jin in. Bi taybetî kesên ku vedigerin Efrînê û dixwazin biçin malên xwe têne revandin. Ev kesana dema di nokteyên kontrolê re derbas dibin wan radiwestînin û dest datînin ser alav û amûrên wan. Îşkenceyê li wan dikin. Piştî Rejîma Esed ket û rêveberiya Sûriyê ket destê HTŞê, li nokteyên kontrolê hin guhertin çêbûn. Lê ew komên çekdar hîn li ser karên xwe ne. Ji ber hîna Tirkiyeyê piştgiriyê dide van komên çekdar, serweriya xwe li vir berdewam dikin. Mirovan direvînin û pereyan ji wan distînin. Li herêmê revandin, girtin û kuştin didome. Hîn bac û bertîlan ji mirovan dixwazin. Di 6ê sibatê de dema Şandeya Ewlehiya Giştî ya Sûriyê ji Helebê çûn Efrînê, piştî demekê dîsa vegeriyan. We dema ev şande vegeriyan, li herêmê 30 ciwan hatin girtin. Bi hinceta ku şande pêşwazî kirine hatin girtin û piştî demekê dîsa hatin berdan.

MÎT komên Mîlîtarîst bi rêve dibe

Endamê rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo bal kişand ser revandina mirovan a li Efrînê û wiha got: “Herî dawî polîsên serbaz 4 ciwan li Efrînê girtin. Bi sucdariya ‘Hûn şaneyên HSDê ne’ girtin. Ev 4 kes hîna girtî ne û nehatine berdan. Şandeya ku ji nêzî 50-60 erebeyan pêk dihat derbasî Efrînê bûn û demek dirêj paşve vegeriyan. Komên Hemzat, Emşat û Sûltan Mûrad ên girêdayî Dewleta Tirk hîn li Efrînê ne. Niha komên Sultan Murat, Melîk Şah, Ehrar Şerqî, Ceyş Şerqî heye. Koma herî mezin Hemzat û Emşad û Sultan Mûrat e. Têkiliya van koman tevan bi hevre heye. Hemû bi hevre tev digerin. Îstîxbarata Tirkiyeyê van koman bi rêve dibe.Hemzat û Emşat hêzek hevpar ava kirine. Hemû tirkmen in. Ji bo demokrafiyê biguherînin û li kurdan îşkenceyê bikin li vir bi cih bûne.

Ji her malbatekê 2500 dolar dixwazin

Birahîm Şêxo li ser koçberên Efrînê yên ku ji Şehbayê cara duyemîn koçkirin jî rawestiya û ev agahî parve kir: “Li gorî texmînan nêzî 4 hezar malbat vegeriyan Efrînê. Bi piranî ciwanên ji 18 salî heta 35 salî ku vegeriyan Efrînê hatin girtin. Qala 300 ciwanî dikin hatine girtin. Yên nehatine girtin jî kal û pîr in. Yên hatine girtin li ser rêya Helep û Efrînê li gundê Cefil Cenê girtine. Ev kesana di destê Polîsên Serbazî de ne. Hinek ji wan teslîmî El Raî kirine. Ev girêdayî îstîxbarata Tirkiyeyê ne. Hinek jî li Efrînê di zindana Maratê ne. Ji malbatên wan pereyan dixwazin. 2 hezar û 2 hezar û 500 dolar pere dixwazin. Zindana Maratê zindaneke navendî û vekirî ye. Yên li zindanên Raî Hawar Kîlîsê tên girtin agahî ji wan nayê girtin. Piranî girtî li Zindana Raî, Hawar Kilîs girtî ne. Hin girtî 4-5 sal li wir girtî dimînin û agahiya kesî ji wan çênabe.”

Birahîm Şêxo anî ziman ku piştî girtiyan radestî polîsên leşkerî dikin û wan dişînin Zindana Maratê ya Efrînê wê demê dikarin malbatan bibînin û wiha berdewam kir: “Kesên tên girtin, têkiliya wan û malbatê ji hev qut dibin. Carekê malbata girtiyekî got ‘Kurê me hatiye kuştin’ û konê şînê vedan. Piştî wê rayedarên girtîgehê gotin ‘Tu mirî ye’. Lê wî got ‘tenê telefonekê bide min deqîqeyekê bi malbata xwe re bi axivim ez xwe bidin naskirin. Heqê deqeyek telefonê Hezar dolar pere jê stendin. Got ez sax im, ne mirî me. Metirsî hîn didome. Lêkolîn û şopandina van kesên hatine revandin gelek zor û zahmet e.

Birahîm Şêxo destnîşan kir ku li girtîgehên Efrîn, El Bab û Ezazê nêzî 10 hezar girtiyên ciwan hene. Di sala 2024an 145 kes hatin revandin. Ji van kesan 16 kes jin in. Disa 26 kes hatine kuştin. Ji wan 2 kes zarok in dema koçber bûne mirine. Piştî 2025an jî nêzî 350-400 ciwan hatin girtin.

Em raporan amade dikin û radestî Komîteyên Lêpirsînê dikin. Lê ji ber meseleya siyasî têkilî çênabin.

Em dixwazin ev binpêkirin bên rawestandin. Em dixwazin komite bên li herêmê bi çavên xwe lêkolîn bikin. Bi sedan girtî û revandin hene. Îşkence heye. Talankirin û wêrankirine heye. Êşên pir giran hene. Em dixwazin vê yeke lêkolîn bikin.