23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Gelê Wanê xwediyê vir in hûnê biçin!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di çalakiya şermezarkirina desteserkirina îradeya gelê Wanê de axivî û wiha got: “Gelê Wanê xwediyê vir in. Hûnê ji vir biçin, qeyûmên ku dizî û gendelî dikin wê biçin.”

Nerazîbûnên ku piştî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û tayînkirina qeyûman li bajêr destpê kirin, tevî tundî û zexta polîsan jî didome. Meşa îro li ber avahiya DBPê ya bajêr destpê kir û hata Kolana Cumhuriyetê dewam kir. Hevserokên Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî beşdarî meşê bûn. Di nav kesên beşdarî meşê bûn de Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan, Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîana Gozen, endama Komîsyona Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Kesk (MYK) Nacî Sonmez, Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Senem Denîz Kural, endamê Komîsyona Rêveberiya Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Orhan Kok, Seroka Giştî ya SYKPê Feray Mertoglu, parlamenter û şaredar jî beşdar bûn.

Girseya gel ên derdor jî bi çepik û dirûşmeyan piştgirî dan çalakgerên ku heta kolana Cumhuriyetê meşiyan. Polîsan destûr neda ku gel û hevserokên giştî bên ba hev. Li dijî vê yekê gel nerazîbûn nîşan da. Polîsan li ser vê yekê êrîşê çalakgeran kir û gelek kes binçav kirin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de êrîşa polîsan a li ser gel şermezar kir û got ku ji hemû bajarên Tirkiyeyê polîs anîn Wanê. Bakirhan  ev tişt anî ziman: “Ma qey Wan ne bajareke Tirkiyeyê ye? Eger navê vê ne dagirkerî be çiye? Dîmeneke wiha li ti devera Tirkiyeyê nîne. Ez zîhniyeta ku ciwanan li ber çavê me binçavan dikin û hevdîtina me ya bi gel re asteng dikin, şermezar dikim.”

Hûn nikarin gelê Kurd rawestînin

Bakirhan, destnîşan kir ku divê dewlet dev ji polîtîkayên xwe yên tekparêziyê berde û wiha domand, “Gelê Wanê her 14 şaredarî bi dest xistin û bersiva herî mezin dan. Li cihê ku hûn ezmûnan ji vê bersivê derînin, ev 3 dem in hûn qeyûm tayîn dikin û îradeya gelê Kurd desteser dikin. Bi van pêkanînan hûn nikarin gelê Kurd rawestînin.”

Bakirhan, anî ziman ku gelê Wanê wê ti carî rê nede bêadeletiyê, bêrûmetiyê û neheqiyê û wiha got; “Wan bajarê egîdan e, bajarê Dayikên Aştiyê û bajarê jinên têkoşer in. Wan bajarê ciwanên ku di oxira hêvî, azadî û demokrasiyê de bazdidin e. Wan têknaçe, ranaweste û dê ti carî qeyûmên diz qebûl nekin. Qeyûm û polîsên ku ji Dîlok, Gumuşhane, Qers û Ardahanê anîne vir demkî ne, wê biçin. Lê belê gelê Wanê yê bi rûmet ku bi hezaran salan li vir dijî, xwediyê vir in. Hûn ê biçin, qeyûmên ku dizî û gendelî dikin wê biçin.”

Mîna dagirkeriya weletekî ye!

Piştre Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî û wiha got: “Cezakirina hevserokê me, tolhildana ji gelê Wanê ye. Rewşên ku dema qeyûm tayînî şaredariyê tê kirin, weke helwesta Îsraîlê ya li dijî Filistînê ye. Dagirkirina Wanê mîna dagirkirina welatekî din e. Em ji gelê Wanê ji we re gotiye biçin.”

Tulay Hatimogullari got ku divê her kes guh bide Wanê û ev tişt anî ziman: “Hikûmet ew qas hêrs bûye ku li cihên ku lihevhatina bajaran pêk hatiye hewl didin qeyûm tayin bikin. Em ê bi van gelan re lihevhatina bajaran zêdetir bikin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê bidomînin. Di 15’ê Sibatê roja ku birêz Ocalan bi komployê anîn Tirkiyeyê de qeyûm tayînî îradeya gelê Wnaê hat kirin. Ji bo demokrasiyê çi bedel pêwîst be em ê bidin, em van şaredariyan ji çar dîwaran pêk nabînin, em ê piştgiriyê bidin têkoşîna xwe û hevşaredarên xwe xwe.”