Hejmara 103an a Kovara Jin ku her hefteyê carekê weşanê dike, vê hefteyê bi manşeta “Sosyolojiya Azadiyê ya Jinan” derket pêşberî xwînerên xwe. Kovar di vê hejmara xwe de balê dikişîne avakirina jiyana azad û wekhev ku bi pergala Modernîteya Demokratîk têkeve meriyetê.
Mijar û nivîskarên kovarê wiha ne:
“* Azadbûna jinê: Ev meseleya hişmendiyê ye / Ruşen Seydaoglu
* Eniya Ekolojîk a Modernîteya Demokratik / Derya Akyol
* Ez ê dest ji jiyanê bernedim! / Zilan Diyar
* Avakirina jiyana ku ji dîrokê dadimisile û tê: Hevrêtî / Semiha Alankuş
* Herikîna asayî ya jiyanê / Oya Açan”