Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28ê Kanûna 2024 û 22ê Çileya 2025an de bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, serdanên xwe yên partiyan didomîne. Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtinan pêk bîne çû Herêma Federal a Kurdistanê. Di şandeya Dem Partiyê ya Îmraliyê de parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Sirri Sirreya Onder, Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin. Şandeyê DEM Partiyê îro li Hewlerê bi Serokê PDKê Mesut Barzanî re hevdîtin kir. Heyetê li cihê Barzanî ya navçeya Pirmanê hevdîtin kir.