Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) li ser rupela xwe ya fermî ya medya dijîtal a Instagramê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ji aliyê rejîma Îranê ve, daxuyaniyek parve kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêwîste civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê li dijî cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî helwest nîşan bide.
Herwiha hate diyarkirin ku divê ev alî demildest daxwaz ji desthilatdarên Îranê bikin ku cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî were xirakirin.