24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê: Hezar sal derbas bibe jî em ê hesab bipirsin

Dayikên Şemiyê/ Mirovên Şemiyê di çalakiya 1038emîn de li aqûbeta Ridvan Karakoç anîn ziman û gotin: "30 sal in em li vir in, zarok û neviyên me wê piştî me hesab bipirsin. Hezar sal jî derbas bibe em ê hesab ji wan bipirsin."

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û hatin qetilkirin bipirsin û ji bo kiryar bên darizandin çalakiya xwe didomînin. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan hatin cem hev çalakiya xwe ya 1038an li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Ridvan Karakoç ê ku di sala 1995an de li Stenbolê hat qetilkirin hat vegotin. Metna daxuyaniyê ji hêla Seroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin.

Tu xeber ji Ridvan Karakoç negirtin

Gulseren Yolerî di daxuyaniyê de serpêhatiya Ridvan Karakoç wiha anî ziman: “Ridvan Karakoç ê 34 salî li Stenbolê dijiya û di partiyên siyasî û saziyên çand û hunerê yên kurdan de kar dikir. Kesê di sala 1994an de ji ber îfadeya li midûriyeta polîsan hat binçavkirin, biryara girtinê hat dayîn. Polîsên ku li Ridvan digerin, mala malbata wî her tim dişopandin û dem bi dem bi ser malê de digirin û dibêjin, Rîdvan bînin cem me. Hûn neynîn em li ku bibînin em ê bikujin gef li malbatê xwar. Ridvan ku nikarîbû were malê, heta 15ê Sibata 1995an bi malbat û parêzer Eren Keskîn re bi rêkûpêk têkilî danî. Lê piştî vê tarîxê têkiliya bi Ridvan re bi tevahî qut bû. Dorpêça polîsan a li ser malê hat rakirin û serdegirtin bi dawî bû. Dû re ji ji Ridvan tu xeber nehat girtin.”

Tevî şopo tiliyên wî…

Gulseren Yolerî diyar kir ku malbat ji bo dîtina wî ket nav lêgerînê û wiha bi lêv kir: ““Malbata Karakoç ji bo ku ji zarokê xwe xeberan bigirin serî li hemû saziyên xwedî hiqûq dan, lê tu encam negirtin. Piştî lêgerîna bi israr a 110 rojan, cenazeyê Ridvan Karakoç ê ku şopa îşkenceyê lê hebû, li Goristana Altinşehîrê hat dîtin. Dema malbata wî li her derê li Ridvan digeriya, derket holê ku cenazeyê wî yê bê can ji hemû saziyên fermî, dozger jî di nav de derbas bûye, bi rojan li Saziya Tipa Edlî hatiye ragirtin û tevî şopa tiliyên wî li midûriyeta polîsan weke kesê navê wî nediyar hatiye definkirin.”

Gulseren Yolerî, daxuyand ku 30 sal in derbarê rewşê de tu gav nehatin avêtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çiqas sal derbas dibe bila bibe jî ji bo Ridvan Karakoç û  ji bo hemû windahiyên xwe em ê edaletê bixwazin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Dê êşa malbatan çawa telafî bikin

Hevseroka Giştî ya ÎHDê û parêzera Ridvan Karakoç Eren Keskîn jî di daxuyaniyê de axivî û got: “Rojekê Ridvan telefon vekir û xwest ez bibim parêzera wî. Ridvan ji min re got ez ê her roj telefonî te bikim û ger rojekê telefonî te nekim dibê ku tiştek bi min hatibe. Her roj telefon dikir, lê rojekê telefon nekir û Ridvan di binçavan de winda bû.  Zîhniyeta ku Ridvan û windayên me yên din qetil kir, ji serdema komarê ve li ser vê erdnîgariyê serdest e. Ev zîhniyet e ku îro qeyûm tayînî Şaredariya Wanê kir. Me bi salan hewl da ku di dosyaya Ridvan de pêşketinan pêk bînin. Dozgerekî ji me re got Ez nikarim tiştekî bikim û ev yek polîtîkaya dewletê ye. Windakirin polîtîkayeke dewletê. Mixabin erdnîgariya me erdnîgariya miriyên bê gor e. Pir zehmet e mirov bifikire ku dê êşa van malbatan çawa telafî bike. Lê eger em bi rastî jî wek Mirovên Şemiyê vê têkoşînê dimeşînin, ev bi saya têkoşîna wan e.”

Em ê hesab ji wan bipirsin

Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç jî di daxuyaniyê de axivî û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Beriya birayê min bê qetilkirin, timî bi ser mala me de girtin û timî gef li me xwarin. Piştî ku birayê min hat qetil kirin, serdegirtina mala me rawestiya. Birayê min bi awayekî hovane hat qetilkirin. Çawa ku bi hezaran dayik ji kerban mirin, diya min jî ji kerban mir. 30 sal in em li vir in, zarok û neviyên me wê piştî me hesab bipirsin. Hezar sal jî derbas bibe em ê hesab ji wan bipirsin.”

Çalakî piştî danîna qurnefîlan bi dawî bû.