Ji hêla hebûn û kedîkirina lawiran ve Kurdistan;
Kurdistan welatekî ku ji aliyê kedîkirina lawiran ve û bi lawirên xwe navdar e, ji ber ava pir, rûberên çandiniyê yên fireh, rûerda guncaw, avhewaya ku her çar werzên salê tên jiyîn de mirov dikare lawirên cur bi cur kedî bike. Kedîkirina lawiran roleke sereke di jiyana kurdistaniyan de dilîze, herwiha ev jî girêdayî rûber û berhemên çandiniya Kurdistanê û berhemdariya xakê ya fireh, binirx û xurt e, ji ber ku çandinî li Kurdistanê berhemdare, wê kedîkirina lawirên cur bi cur ên mîna: Çêlek, pez, keroşk û hwd. jî lê hebin. Li ser vê mijarê em ê di vê gotara xwe de lawiran li gorî herêmên Kurdistanê bidin nasîn û her lawirekî taybetiyên wî binasin û li gorî avhewa, û xwarinên ku li ser tîmar dibin têbigihêjin û nas bikin. Ji ber vê yekê pêwîste em bizanin ku avhewa li Kurdistanê dabeşî sê herêmên avhewayî dibe, ew jî ev in:
- Herêma sar
- Herêma germ
- Herêma hênik
- Herêma sar: Em dikarin ji vê herêma Kurdistanê re bibêjin herêma çiyayî, ji ber ku bi çiyayên xwe yên pir û bilind navdare, û piraniya xaka wê çiyane. Ev herêm beşek mezin ji bakurê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê ye. Ji ber serma û barana zivistana xwe ya dirêj û xurt, lawir li vê herêma Kurdistanê gelek Bi taybet ji hêla lawirên ku sermayê dikarin hilgirin ve. Mîna: Hirç, gur û hin lawirên kovî.
- Herêma germ: Ev herêm germ e. Ev herêm başûrê Kurdistanê û beşek biçûk ji rojava û rojhilatê Kurdistanê ye. Ji ber germa xwe ya pir lawirên weke: Sewal: Mih, bizin, çêlek lê tên jiyîn.
- Herêma hênik: Ev herêm beşek mezin ji rojavayê Kurdistanê û beşek biçûk ji bakurê Kurdistanê ye. Ji ber hênikbûna avhewaya xwe mirov dikare gelek lawirên kedî li vê herêmê xwedî bike: Weke: sewalên mîna: Mih, bizin, û firindeyên mîna: Kevok, mirîşk, qaz û hwd.
Ji xwe lawir li gorî cureyên xwe yên awayê jiyanê dibin du cure:
- Lawirên kedî
- Lawirên kovî
- Lawirên kedî: Ew lawirên ku li cem mirovan tên kedîkirin û pêwîstiya xwe bi xizmetkirin û xwedîkirina mirovan heye ji bo ku mezin bibin, ew jî li Kurdistanê bi piranî li herêma germ û hênik tên jiyîn. Lawirên kedî yên sereke li vê herêma Kurdistanê ev in:
- Çêlek: Lawirne giyaxwarin ku li ser ceh, genim, nok, giya, ka û hwd, dijîn. Her wiha bi piranî li herêmên hênik dijîn. Ji ber ku ne sermaya zêde û ne jî germa zêde nikarin hilgirin. Li herêmên Efrîn, Dîlok, Ûrfa dijîn.
- Bizin: Ev jî wek çêlekan giyaxware û heman taybetiya çêlekan hildigre.
- Mih: Li herêmên hênik, germ bi piranî tên kedîkirin û bi komî dijîn, li herêmên Hesekê, Êlih, Dîlok, Mûsil, Hewlêr, Colemêrg, Silêmanî, Kerkûk û hwd.
- Herwiha hin cureyên lawirên din yên kedî jî hene: Weke: Mirîşk, kevok, ordek, qaz, hesp û hwd, li herêma Kurdistanê ya hênik dikarin bên kedîkirin.
- Herwiha lawirên kedî li herêmên ne pir sar û ne pir germ dikarin bijîn. Herêmên weke: Mereş, Sêwas, Erzîncan, Erzirom, Ûrmiye, Sine ji ber ku ji herêmên sarin li van deveran bi kêmanî tên kedî ki
- Lawirên kovî: Ew lawirên ku li çiya, daristan û cihên asê dijîn û tu têkiliya xwe bi mirovan re tune ne, xwarin û vexwarina xwe bi xwe bi dest dix Li Kurdistanê piranî ev cureyên lawiran li herêma sar, û li çiya û cihên asê dijîn. Weke: Pisîkên kovî, firindeyên kovî weke êlihan, keftar, gur, keroşka kovî û hwd dijîn. Herêmên ku lê dijîn ev in: Êlih, Xarpêt, Amed, Sêwas, Dêrsim yên bakurê Kurdistanê û Ûrmiye, Sine yên rojhilatê Kurdistanê dijîn.
Girîngtirîn lawirên kovî ev in:
- Xezal: Lawireke giyaxwar e, ku li çiyayên bilind û asê dijîn û ji lawirên bi lez Piranî li çiyayên bakurê Kurdistanê dijîn.
- Gur: Lawirekî goştxwar e û bi komî dijîn li herêmên gelek sar û bi berf dijîn, weke herêmên: Erzirom û Qersê.
- Hirç: Lawirekî goştxwar û giyaxwar e, ew jî li herêmên pir berf û sar dijî.
Herwiha gelek cureyên lawirên kovî hene:
Mîna: Mirîşka avî, êlih, çûkên rengîn û lawirên mîna: pezkovî, gakovî, rovî, pisîkên kovî, berazên kovî û hwd.
Di dawiyê de Kurdistan welatekî ku bi lawirvanî û bi kedîkirina lawiran ve dewlemend e. Di dîroka mezopotamya û kurdan de, welatê kurdan, Kurdistan bi çanda xwe ya lawirvaniyê dihatin nasîn, ji ber vê yekê kurdan çanda xwe ya lawirvaniyê parastine û heta roja me ya îro kurd xwedî çanda çandinî û lawirvaniyê ne û her wiha jiyana xwe di milê lawirvaniyê de gelek berfireh kirine.