22 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Warê Xwedavend û Xwedayan: Nemrûd

Çiyayê Nemrûd çiyayekî li bajarê Semsûrê ye. 76 km li bakur rojhilata Semsûrê, nêzîke Kolikê ye. Ew çiyaya di rêza çiyayê Toros de ye û bilindahiya wê 2 hezar û 250 metre ye. Li ser lûtkeya wî parêzgeh û gora keyayên Komegene hene.

Çiyayê Nemrûd li rojhilatê navçeya Kolikê cih digire û 2 hezar û 150 metre bilinde. Ji ser Nemrûd, deştên Riha, Semsûr û Amedê tên dîtin. Çiya havînan germ, zivistanan jî di bin 5 metre berfê de dimîne. Tê gotin ku qralê Sumeran Gûsya, zozanên Nemrûdê weke havîngeh bikar aniye. Navê Nemrud di dema dagirkirina Artêşa Musliman de li vî çiyayî hatiye danîn. Nemrûd li Mezopotamya hikumdarekî efsaneyî ye û doza xwedatiyê kiriye. Bi vê taybetiya xwe wek firawûnên Mezopotamî ye. Rêya parastgeha ser Çiyayê Nemrud ji gundê Horikê derbas dibe û 25 km dûrî navçeyê ye. Her çiqas newazeyên Nemrûdê bi têra xwe nehatine nasandin jî, her sal ji alî hezaran tûristan ve tên ziyaret kirin.

Antîoqosê Yekem ji bo meskenê xwe wiha dibêje:

‘Divê cihê merasimê bi awayekî wiha bê damezirandin ku careke din xira nebe. Ji bo ku ez bigihêjim textê Zeûs ê bihuştê, ji bo ku rihê min bigihêje rihetiyê, min bajarekî wiha ava kir ku hemû textên Xweda tê de digihêjin hev. Min tiştên di dilê xwe de anî ziman. Ev berhem, nîşana girêdayûbûna min a ji bo yezdanan e. Ji bo ku ez bibim hevparê şerefa xwedayan min ji heman kevirî, portreya xwe, Zeûs, Bramedes, Apollos, Mîthras, Helîos û Hermes çêkir. Ez dilşad bûm ku min dît, bawerî ji bo însanan ji mal giranbuhatir e.’

Hikumdarên Kommageneyê siyaseteke aştîxwazî dimeşandin. Bi rêya zewacan xwe digihandin serkêş û malbatên dewletên mezin. Wek mînak malbata avakarê dewleta Kommageneyê Antîoqosê Yekem digihêje Mekedonî û Persiyan.

Di dema Komegeneyê de di warê madenvanî, kiştûkal û bazirganiyê de gelek pêşveçûn çêbûne. Di bazirganiyê de pere hatiye bikaranîn. Di alema raman û zanistî de jî gelek pêşketin çêbûne. Bingeha pergala ramanî û baweriya olî a Kommagene û stîla wan a peykervaniyê, ji çanda antîk a Helenan bû.

Çiyayê Nemrûd çiyayekî li bajarê Semsûrê ye. 76 km li bakur rojhilata Semsûrê, nêzîke Kolikê ye. Ew çiyaya di rêza çiyayê Toros de ye û bilindahiya wê 2 hezar û 250 metre ye. Li ser lûtkeya wî parêzgeh û gora keyayên Komegene hene. Ew ji aliyê keyayê Komegene Antioqos ê Yekem û bavê wî Mithradates ê Yekem hatiye çêkirin. Ew ji bo wek nîşana aştiya êzidokên yewnan û persan hatibû avakirin. Antiochos ji pê li textê rûnişt re navê Theos (yewnanî: xwedê) li xwe kir. Dema berê navê vir Kommagene bû. Mithradates ê Yekem dewletên bajarê kurdan li hev anî û kir dewleteke mezin.

Peymana aştiyê ya yekemîn li wir çêbû. Rojhilat û rojava li wir destê xwa gihand hev. 250 salan bi aştiyê derbas kir. “Kommagene” bi zimanê kurdî ye û wate wê: Koma-genne (koma gelê mirovan û dewletan – koma gen-giya-gişk).

Ev der di 1881an de ji aliya endazeyarekî elman Karl Sester hate dîtîn. Kolînên wê yên arkeolojîk heta 1953an dewam kir. Di 1987an de UNESCO ew têxiste Mîratên Aboriya Cîhanê. Li bilindahiya parêzgerê 50 m û firahiye xwe 150 m ye. Li ser çiyayê Nemrûd sê banokeyên rojhilat, rojava û bakur hene. Plana rûniştinê. Li rojava peykerên mezin û rolyef hene. Banokeya bakur, banokeya bakur cihê ku serdanên parêzgehan li kom dibûn.

Li rojava peykerên Antiochos ê Yekem û êzidok Tîke, Zeûs-Ahura Mazda, Apollon-Mithras-Helios-Hermes û Herakles-Artagnes-Ares hene. Li rojhilat pênc peykerên êzidokan hene. Ewna ji çep ve ber bi rastê ve bi navê yewnanî farisî wiha ne: Apollon / Mithras / Helios / Hermes Xwedawanê Kommagene Zeûs / Oromasdes Êzidok-Key Antiochos ê Yekem Artagnes / Herakles / Ares hene.