Di 10ê Sibatê de 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “bi zanebûn û bi dilxwazî hewl da alîkariyê bide rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abudllah Zeydan. Çalakiya nobetê ya piştî cezayê li Zeydan hatiye birîn li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin dest pê kirî di roja 4emîn de didome. Welatiyên ku 3 rojan bi şev û roj li pêşiya şaredariyê nobetê digire, xwedî li îradeya xwe derdikeve. Hejmara welatiyên tên serdana nobetê roj bi roj zêdetir dibe. Bi taybet jî di roja 3yemîn de bi hezaran kesan bi hev re nobet girtin.
Piraniya çalakvanan ciwan in lê ji 7 salî heta 70ê salî gelek kes hatin serdana nobetê. Hinek welatî li ser kursiyan rûdinin, hinek di konanan de, hin kes li dora agir û hin kes jî li mescîdê û hwd. hewl didin xewa xwe bigirin. Di saetên zû yên serê sibehê de welatî dîsa diçin cihê nobetê û li vir taşteya xwe dikin.
Di nobeta nava rojê de piranî kesên temenê wan mezin cih digirin û di saetên şevê de jî piranî ciwan nobetê dewr digirin. Duh jî gelek hunermend derketin ser dikê û gelek kes jî bi kostumên cuda tev li bûn. Coş û kelecana gel her deqîqeyê zêde bû û heta saet 02.00yê şevê jî welatiyan govend gerandin. Welatiyan gotin ku dê dîsa bi ser kevin û peyama “Çi dibe bila bibe em ê li cem îradeya xwe bin” dan.