Hevserokê Konseya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik tevlî Bernameya Taybet ya Stêrk TV bû û nirxandinên girîng kir. Bayik, pêngava dîrokî ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin nirxand, têkildarî geşedanên nû agahî parve kirin û nêzîkatiya dewleta Tirk a dagirker rexne kir.
Bayîk di bernameya Stêrk Tv de cara ewil destnîşan kir ku wan ji Rêber Apo nameyek girtiye û got: “Rêber Apo bi salane ji bo çareseriya pirsa Kurd a bi rêya demokraîk kedeke mezin daye. Rêber Apo gavên ji bo çareseriya demokratîk diavêje dixwaze bigihîne astên mezintir. Rêber Apo dixwaze vê pêvajoyê xurtir bike. Ji bo pirsa Kurd ji zemîna şer veguhêze zemîna demokratîk di nava hewldanan de ye.”
Bayik îfade kir ku wê peyamên Rêber Apo di nava gel de bi coşek mezin bê pêşwazîkirin û wiha domand: “Divê ji bo destê Rêber Apo di vê pêvajoyê de xurtir be, divê her kes kar bike. Divê her kes xwedî li vê pêngavê derbikeve. Ji ber ku pêngava Rêber Apo dayî destpêkirin ji bo her kesê ye.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku divê barê pêvajoyê tenê li ser milê Rêber Ocalan neyê hiştin û ev got: “Her kesê barê xwe daniye ser milê Rêber Apo. Ev bareke pir girane. Ji xwe Rêber Apo dixwaze di nava şertên Îmralî de bibe bersiv. Dixwaze van daxwaz û niyazan bîne cih, ji bo vê kar dike. Bareke giran hildaye ser milê xweş. Rêber Apo heta niha tiştek ji bo xwe nexwestiye, tiştek nekiriye ji bo xwe. Çi kiribe ji bo gel û mirovahiyê kiriye. Ji ber ku Rêber Apo ji bo xwe najî, ji bo gelan û mirovahiyê jiyaye.”
Bayik bal kişand tecrîd li Îmralî dewam dike û wiha pêde çû: “Ji bo Rêber Apo pêvajoyê bi rêve bibe mercên azad lazimin. Eger ku merc û derfetên Rêber Apo neyên başkirin, bi azad têkoşîn neke, ev hêvî wê çawa pêk werin? Wê çawa bersiva bangan bide? Ev ne mimkune? Niha destê Rêber Apo girêdane û avêtine hewzekê. Dibêjin di nav de tevger bike. Wê çawa tevger bike? Demildest divê tecrîd bê bidawîkirin. Divê Rêber Apo azad bibe. Divê her kes azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo xwe bike armanc û ji bo vê têkoşînê bike. Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, dikare têkiliyan çêbike, bi her kesê re têkilî dane, bikare bi wan re biaxive, hevdîtin û pêşniyaran bigire. Eger ku dixwazin şer ji holê rabe, wê demê divê şertên Rêber Apo bên guherîn. Divê sîstema Îrmralî bê dawîkirin.”