22 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat şermezar kirin

Li Edene û Êlihê cezayê li Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan hatiye birîn hat şermezarkirin û peyama “Gelê Wanê ne bi tenê ye” hat dayin

Di 10ê Sibatê de 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “bi zanebûn û bi dilxwazî hewl da alîkariyê bide rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abudllah Zeydan. Hewldana tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Wanê li Edene û Êlihê hat şermezarkirin.

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê li avahiya partiyê daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li bûn. Hevserokê Bajar Seyfettîn Aydemîr di daxuyaniyê de desthilatiya AKPê weke “zîhniyeta derbekar û qeyûmperest” nirxand û got ku hewl dide gel ceza bike. Aydemîr, diyar kir ku cezayê li Zeydan hatiye birîn derhiqûqî ye û tu hukmê wê nîne. Aydemîr, ev tişt anî ziman: “Em vê rejîma keyfiyetê û biryarên daraza bûye amûra îktîdarê red dikin. Me serî netewand û natewînin. Divê tavilê ji vê xeletiya xwe vegerin. Em vî cezayê li birêz Abdullah Zeydan hatiye birîn şermezar dikin. Em bang li her kesî dikin ku li cem gelê Wanê cih bigirin.”

Endamê MYK’a EMEPê Halîl Îrmek jî li dijî faşîzmê û rejîma qeyûm banga têkoşîna hevpar kir.

Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm derbe ye, gel li ber xwe dide” hate hilgirtin. Girseyê dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kir. Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, aktîvîstên TJAyê û nûnerên OHD û DBPê jî tev li bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz di daxuyaniyê de got ku xelkê Wanê li dijî biryara derhiqûqî seknekî berxwedêr nîşan dide ûwiha got: “Gelê Wanê ne bi tenê ye. Em jî bi wan re ne.” Songul Korkmaz, banga mezinkirina têkoşînê û xwedîderketina li îradeyê kir.

Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.