24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

KCK: Divê şert û merc ava bibin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê bi minasebeta komploya 15ê Sibatê daxuyaniyek da. KCKê di daxuyaniya xwe de her wiha  têkildarî banga desthilatê ya çekberdanê de jî ev tişt got: “Ji bo bangên bi vî rengî cihê xwe bibînin divê şert û mercên xebateke azad, pêwendiyên azad û jiyaneke azad ên Rêber Apo bên avakirin.”

Komploya 15ê Sibata ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku di sala 1999an de pêş ket 26 sal li dû xwe hişt. Di salvegera komployê de nîqaşê li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di rojevê de ne. Tê payin ku têkildarî çareseriyê di rojên pêş de Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bangekî dîrokî bike.  Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê jî bi boneya salvegera komployê daxuyaniyek da. Li gorî nûçeya ANFê; KCKê di daxuyaniya xwe de  bal kişand ser nîqaşên li ser pêvajoya nû û banga desthilatiyê ya çekberdanê.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê di daxuyaniya xwe de 15ê Sibatê weke “Roja Reş” pênase kir û ev tişt ragihand: “Di rewşa heyî de divê em êdî vê roja reş, vê roja qirkirinê bikin roja azadî û xilasiyê. Hewl û lêgerîna çareseriyê ya Rêber Apo jî ku tevî şert mercên tecrîdê hewl dide ji nû ve pêş bixe, li ser vê bingehê ye.”

KCKê bi domdarî diyar kir ku di sedsala 20an de mafên ziman, çand û nasnameyê yên gelê Kurd tune hatine hesibandin. Daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di qonaxa heyî de siyaseta înkar tunekirin û qirkirinê têk çûye, desthilatên di siyaseta înkarê de israr dikin bi ser neketine û wiha hat gotin: “Eger hikûmeta AKPê nêzîkatiya xwe ya li hemberî Kurdan li ser bingehê demokrasiyê neguherîne, wê heman aqûbet were serê wê jî. Ji ber ku di pêşbirka dijminahiya li hemberî Kurdan de, hikûmeta herî tund, bû hikûmeta AKPê. Bû hikûmeta ku herî zêde dijminahiya li hemberî Kurdan di nava Tirkiyeyê de û li derveyî Tirkiyeyê mezin kir.”

 Divê şertên jiyana azad bên avakirin

Bi domdarî KCKê ev tişt anî ziman: “Doza Rêber Apo doza sedsalê ye û çareseriya wê jî dê çareseriya sedsalê be. Divê Rêber Apo ji hêla fîzîkî ve azad bibe. KCKê bal kişand ser hevdîtinên li Girtîgeha Îmraliyê û banga desthilatiyê ya “çekan berdin” û wiha got: “Herî dawî di navbera Rêber Apo û şandeya DEM Partiyê de hevdîtinek çêbû. Dîsa hikûmet bang li Rêbertiya me dike ku çekan berde û rêxistinê belav bike. Lê belê di şert û mercên xebat û jiyanê de ji bo Rêber Apo guhertinekî biçûk jî nayê kirin. Ji bo ku bersiva van bangên li Rêbertî û Tevgera me tên kirin were dayîn, destpêkê divê şert û mercên xebata azad, ragihandina azad û jiyana azad ji bo Rêber Apo bên afirandin.”

Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê di berdewamiya daxuyaniya xwe de li ser êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rawestiya û bal kişand ser girtin û binçavkirina hunermend, rojnameger û siyasetmedaran û tayînkirina qeyûman jî wiha got: “Evane hemû bêsamîmiyeta AKP’ê radixe ber çavan. Her kesê ku di nava bendewariyê de ye, divê destpêkê bang li hikûmeta AKPê bike ku bi samîmî tevbigere û ji bo pêşketineke wiha jî çêbibe, pratîkeke xurt raber bike.”