24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Koma Vejîn ava bû

Endamên Koma Vejîn a di bin bannê NÇMê de hat avakirin, diyar kirin ku kom mîrate ne û gotin: "Em hatin gel hev ku rastiya jiyana komun û muzîkê careke din bînin bîra xwe. Armanca me ew e ku em vê kevneşopiya komê bi gelê xwe re bînin cem hev."

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), di sala 1991ê de bi kombûna rewşenbîrên Kurd li Kolana Îstîklal a navçeya Beyoglû ya Stenbolê hat avakirin. NÇM bi salan e ji bo pêşxistina çand û hunera kurdî li dijî polîtîkayên  asîmlasyonê tevdigere. Di bin banê NÇMê de gelek komên wekî Koma Amed, Koma Gulên Xerzan, Agirê Jiyan, Koma Çiya, Koma Asmîn, Koma Azad û Koma Mezrabotan hatin avakirin. NÇM, ji roja ku hatiye avakirin heya niha bi stran û muzîka kurdî ya afirandiye tim balê dikişîne.

NÇM ji damezrandina xwe heta niha di warê şano, sînema, muzîk û wênesaziyê de gelek atolye li dar xistine û bi hezaran xwendekar perwerde kiriye. Li dijî hunermendên NÇMê yên ku her dem bi zextên dewletê re rû bi rû mane, gelek doz hatin vekirin û gelek hunermend hatin binçavkirin û girtin. Tevî hemû astengiyan jî NÇM ji berhem û xebatên xwe tawîz nedaye. NÇM ku her tim xwe dubare dike û li hemberî êrişên desthilatê derdikeve pêşberî raya giştî, herî dawî piştî nêzî 10 salan “Koma Vejîn” ava kir. Endamên Koma Vejînê Zelal Suyu û Engîn Cengîz der barê koma hatiye avakirin de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn.

Dengbêja Koma Vejînê Zelal Suyu diyar kir ku wê di dema xwendekariyê de dest bi NÇMê kiriye û wiha got: “Ez di pêvajoya pêşketinê de di Koma Vejînê de wekî vokalist xebitîm. Weki ku tê zanîn gelek xebatên NÇMê bi koman dest pê kirin. Kom mîrateyeke heyî ye û ji bo ku em vê mîrateyê bidomînin me ev kom ava kir. Li aliyê din polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ziman û çanda kurdî berdewam dikin. Lê li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê jî xebat hene. Em dîsa hatin cem hev da ku rastiya yekîtiyê li hemberî hunera takekesî destnîşan bikin. Em hatin gel hev ku rastiya komun, jiyana komun û muzîka komunal a ku bi salan e nayê domandin careke din bi bîr bînin. Em ê di vî warî de jî bimeşin. Wekî kom, em ê xebatên heyî ji nû ve bidin der. Em ancax bi vî awayî dikarin çanda xwe ava bikin. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku xwedî li vî ruhî derkevin û bi vî rengî xebatên xwe yên hunerî bidomînin.”

Yek ji endamê komê Engîn Cengîz ê ku li tembûrê dixe jî wiha got: “NÇM xwedî kevneşopiya koma ye. Lê belê di van 10 salên dawî de ji vê kevneşopiyê dûrketin çêbûye. Armanca me ew e ku em vê kevneşopiya komê ji nû ve zindî bikin û bi gelê xwe re bînin cem hev. Koma Vejîn xwe disipêre feraseteke kolektîf û şoreşgerî ya hunerê. Em ê berhemên otantîk ên ku ji aliyê gelê me ve hatine afirandin dem bi dem têxin nav repertuara xwe.”

Cengîz da zanîn ku ew ê ji bo muzîka kurdî xebatan bikin û wiha got: “Em di serdemekê de ne ku meyleke mezin ji bo muzîk, huner, çand û zimanê kurdî heye. Em li dijî van hatin cem hev ku em bi hunera xwe li dijî wan şer bikin. Li welêt bazareke mezin a muzîkê heye; Li aliyekî vê muzîka kurdî heye. Helwestek me heye ku ji çêkirina muzîka bazarê û pîşesaziyê dûr dikeve. Bi Koma Vejîn re em hewl didin guhertoya nû ya kevn derxin holê. Em plan dikin ku gelek berhemên ku hatine jibîrkirin, stranên hatine qedexekirin û astengkirin û zêde behsa wan nehatiye kirin, bidin der. Ji ber ku em behsa dîrokeke mezin a NÇMê dikin. NÇM xwedî dîrokeke 34 salan e. Nirxên mezin hatin afirandin û hilberandin. Em hatin gel hev ku van nirxan dîsa bi gelê xwe re bînin cem hev. Wekî Koma Vejîn gelê me wê di gelek çalakiyên wekî Newrozê de me bibîne. Em dixwazin bi gelê xwe re bên cem hev.”