23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Banga şehîdan: Berxwedan

Ji bo kurdan berxwedan bûye parçeyeke jiyanê. Ango jiyana kurdan li dijî dagirkeriyê bi berxwedanê pêkan bûye. Bi hezaran keç û xortên Kurdistanê li dijî teslîmbûnê canê xwe feda kirin û rêya azadiyê diyarî gelê xwe kirin

Xweza li ser dijberiyê hatiye avakirin. Her hebûn/heyîn di gerdûnê de xwedî dijbera xwe ye. Di fîlozofiyê de ji vê re diyalektîk tê gotin û ji dijberan re jî tez û antîtez tê gotin. Ev tez û antîtez li hev zor dikin da ku hevdû tune bikin, lê ti caran ev nikarin hevdû tune bikin. Tenê tez û antîtez qadê li hevdû teng dikin, lewre carinan tez û carinan jî antîtez qada xwe fireh dike. Di encama pevçûna di navbera tez û antîtezê de sentez derdikeve. Sentez li gorî qada fireh teşe dikire û berdewamiya wê domdartir dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de jî berxwedan û teslîmbûn du têgihên sereke ne û tez û antîtezên hev in. Ev her du têgih di dîroka kurd Kurdistanê de xwedî roleke pir mezin in. Lewre mirov nikare wekî du têgihên ji rêzê bigire dest. Ango ev her du têgih di dîroka kurd û Kurdistanê de xwedî rih, hest û raman in. Di teşegirtina nasname, ax, hebûn, çand û zimanê kurdî rola van têgihan bi awayekî aşkere derdikeve pêşiya civaka kurd. Ji ber vê jî pêwîst e ku analîzeke berfireh li ser van her du têgihan bê kirin. Lê ev analîza berfireh ne mijara vê nivîsê ye, bila ev analîz bimîne bi hêviya camêr û canikên din ve. Lewre di vê nivîsê de em ê behsa du berxwedêrên kurd bikin ku heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji bo welatê xwe li ber xwe dan û bi gotinên xwe yên dawî navên xwe li dîroka berxwedana kurd û Kurdistanê nivîsîn. Di heman demê de ev her du kesayet mînakên berxwedanê ne ku qada berxwedanê li dijî teslîmbûnê fireh kirine.

Tevî mînakên teslîmbûnê jî mînakên berxwedanê di dîroka civakan de bêhtir cihê xwe digirin û dibin xwedî roleke erênî. Civak rol û mîsyona berxwedanan ji xwe re dixin mînak û berxwedêran jî wekî îdol û egîdên civakê dixin nav ziman, çand, stran û wêjeya xwe. Bi taybetî jî di nav kurdan de ev yek pir pêş ketiye. Çîrok û stranên kurdî li dora berxwedêrên Kurdistanê dizivirin. Jixwe dîroka kurd û Kurdistanê ji Kawayê Hesinkar heta îro xwedî helwesteke berxwedêr e ku carinan jî teslîmbûnê jî di nav xwe de dihewîne. Piştî Kawayê Hesinkar, Kawayê serdemê Mazlûm Dogan bi gotinên “Berxwedan jiyan e” û “teslîmbûn mirovan dibe îxanetê, berxwedan jî mirovan dibe serkeftinê” qad li dîroka berxwedana kurd û Kurdistanê berfirehtir kiriye. Îro, qada berxwedanê li tevahiya Kurdistanê berfirehtir e li gorî qada teslîmbûnê. Ji ber ku li gorî diyalektîkê ji holêrakirina teslîmbûnê ne pêkan e, dibe ku kurd jî nikaribin teslîmbûnê tune bikin û ji nav xwe rakin, lê wê ti carî jî serdestiyê nexin destên wê. Ji ber ku berxwedan ketiya nav xwînê û li ser her bihosta Kurdistanê hatiye rijandin. Îro her giyayê Kurdistanê, her dara Kurdistanê, her zaroka Kurdistanê bi xwîna berxwedêran mezin dibin. Bi kurt û kurmancî îro li Kurdistanê berxwedan li ser kar e û teslîmbûn jî têk diçe.

Berxwedana keç û xortên Kurdistanê di van salên dawî de bi xwe re domdariyeke xurt ava kiriye. Lewre ne pêkan e ku têk biçe û niha li ser kar e û qad li teslîmbûnê teng kiriye. Çawa ku îro keç û xortên kurd li tevahiya Kurdistanê li hemberî faşîzma kesk li ber xwe didin ku li seranserê Rojhilata Navîn belav bûye; li dijî teslîmbûnê jî vîneke ji polayê ava kirin. Vîneke wisa hatiye avakirin ku carinan dibe Bêrîtan û li hemberî îxanetê xwe ji çiyayan ve diavêje, carinan jî dibe Saît ji bo nekeve destên dijmin guleya xwe ya dawî di serê xwe de diteqîne.

Qada berxwedana Kurdistanê deh sal berê li Cizîrê Mehmet Tunç û hevalên xwe mezintir kirin û qada teslîmbûnê bi canê xwe teng kirin. Mehmet Tunçê bi ked, xebat û fedekariya xwe dihat nasîn, di kêliyên dawî yên jiyana xwe de banga gurkirina berxwedanê hemû kurdan dikir. “Cizîr li ber xwe dide, Cizîr xwedî rûmet e û wê rûmeta Kurdistanê wekî roja ewil biparêze, em ê li hemberî faşîzmê çong nedanin û em ê teslîm nebin” Mehmet Tunç bi van gotinan agirê berxwedanê li seranserê Kurdistanê gur kir û li dijî faşîzma kesk helwesta xwe û hevalên xwe diyar kir.

Di van rojên dawî de jî Bavê Teyar bi helwest û têkoşîna xwe qada berxwedanê geş kir. Bavê Teyar li tevahiya Kurdistanê bi şano û fîlmên xwe dihat nasîn. Piştî çete û dewleta faşîst berê xwe dan bendava Şehîdan, gelê rojavayê Kurdistanê jî li ser seferberiya rêveberiya xweser û ji bo piştgiriya şervanan berê xwe dan xeta berxwedanê. Bavê Teyarê ku bi salane di nav berxwedanê de ye jî, berê xwe da wir û nemir bû. Bavê Teyar bi hunera xwe rêya berxwedanê û têkoşînê nîşanî civaka xwe kir. Di fîlozofiyê de tê gotin “huner ji bo civakê ye, yan jî huner ji bo hunerê ye?” bêguman hunera Bavê Teyar ji bo gel û civakê bû û hunera xwe ji pêşxistin, mezinkirina têkoşîn û bilindkirina berxwedana civaka xwe dikir. Wî bi hunera xwe mil da têkoşîna civaka xwe barê têkoşerên welatê xwe bi hunera xwe sivik kir. Di heman demê de li qada jiyan û têkoşînê jî li dijî dagirkeran serî hilda û têkoşîn mezintir kir. Bi gotinên xwe dawî yên wekî “Em kurd ne kurdên berê ne, heta ji me şervanek jî bimîne, em ê axê biparêzin. Heta dilobek xwîn ji canê me de heye em vê axê bernadin.” Berê me û civakê da berxwedan û parastina axa Kurdistanê.

Ji bo kurdan berxwedan bûye parçeyeke jiyanê. Ango jiyana kurdan li hemberî dagirkeriyê bi berxwedanê pêkan bûye. Di heman demê de bi hezaran keç û xortên Kurdistanê li dijî teslîmbûnê canê xwe feda kirin û rêya azadiyê diyarî gelê xwe kirin. Lewre li dijî teslîmbûnê xeta berxwedanê li ser hemû kurdan ferz e. Bilindkirina tekoşîn û berxwedanê xwedîderketina mîrateya Mazlûm Dogan, Mehmet Tunç, Bavê Teyar û hemû şehîdên Kurdistanê ye.