23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tabelaya ku wêneyên Gulistan û Hêro li ser bû hat rûxandin

Tabelaya ku wêneyên rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên bi SÎHAyên Dewleta Tirk hatibûn kuştin li ser bûn hat rûxandin û şewitandin.

Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di 23dê Tebaxa 2024an de li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ji aliyê Dewleta Tirk ve bi SÎHAyan hatin kuştin. Navên her du rojnamegerên hatin kuştin, li cadeyek hat kirin. 10ê sibatê bi tevlibûna gelek rojnameger û çalakvanên siyasî li ser rêya nêzî navçeya Seyîdsadiqê, wêneyên Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li cihê lê hatibûn kuştin hatin danîn. Ji bo ku tim bên bîranîn jî, navê “Cadeya Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Behadîn” li cadeyê hat kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê; tabelaya ku wêneyên her du rojnamegeran li ser bû, hat rûxandin û piştre jî hat şewitandin. Heta niha jî têkildarî kesên ev êrîş kirine, tu daxuyaniyên fermî nehatiye dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 23yê tebaxa 2024an de di encama êrîşeke balafirên bêmirov û biçek ên Dewleta Tirk a li Seyîdsadiq a Silêmaniyê de, karwanê rojnamegeran bû hedef. Di encama êrîşê de rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û gelek rojnameger jî birîndar bûn.